Li Swîsreyê çalakiyên ji bo Şoreşa Rojava didomin

Li Swîsreyê çalakiyên di çarçoveya 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava de didomin.

Li Swîsreyê 10’emîn Şoreşa Rojava bi çalakiyan tên silavkirin. Ji meha Nîsanê û şûnde li Swîsreyê rêzeçalakiyên li ser rewşên rojane yên Rojava bi sernavên Ekolojî û Şoreş hatibûn lidarxistin.

Di van çalakiyan de hate bibîrxistin ku tevî hemû êrîşên ji sala 2012’an û vir ve zêde bûne, gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li ser bingehê nirxên demokrasî, azadiya jin û ekolojîk herêmeke xweser ava kirine.  Her wiha pêşnûmayên li ser jiyana rojane ya li Rojava, awayê pêkanîna Konfederalîzma Demokratîk û pêşxistina wê, hatin pêşkêş kirin.

‘DI BIN ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK DE XIZMETÊN TENDURISTIYÊ’

Li Zurîhê çalakiyên ji bo Şoreşa Rojava dewam kirin.

Ji aliyê Medîco Internatîonal Schweîz û Komîteya Rovajava ve li ser navê Şoreşa Rojava û Tendrûristî çalakî hatin lidarxistin. Li herêmê bi pêşkeşiyên Doxtor Mîchael û Maja Hess ên li Rojava û Şengalê dixebitin, bi xebatên Heyva Sor di derbarê şert û mercên tenduristiyê de agahî hatin dayîn.

Di pêşkeşiyên hatin lidarxistin de bal kişandin ser xebatên Heyva Sor û zehmetiyên gihandina xizmetên tenduristiyê ya ji ber şerên dijwar ên herêmê.

Di axaftinan de diyar kirin ku tevî êrîş û gefên dewleta Tirk xebat tên meşandin û her roj di êrîşên li ser herêmên Kurdan ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin de welatî bîrîndar dibin. Xebatkarên Heyva Sor bi klînîkên mobîl pewistiyên bingehîn ya tenduristiyê dikin û gihandinên pêwîst ji bo nexweşxanyên herêmê pêk tînin. Her wiha destnîşan kirin ku Rêveberiya Avê ya Herêmî bi piştgiriya Heyva Sor ji bo wargehên penaberan, stargehên lezgîn û koçberan ava vexwarinê ya paqij peyda dike.

Tê payîn ku çalakiyên ji bo 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava heta 17’ê Tirmehê bidomin. Li bajarê Zurîhê wê çalakiyekê li qada vekîrî bê lidarxistin.