Li Swêdê li dijî dersînorkirina Kurdan kampanya

Kurdistaniyên ku nerazîbûn nîşanî hikûmeta Sêwêd a ku PKK’ê ji lîsteya terorê dernaxe û hê jî agahiyên Kurdan belav dikin li ser tevnên dijîtal bi hashtaga #KurdsAreNotTerrorist dest bi kampanayekê dikin.

Tevî ku 7 meh li ser daxuyaniya serdozger ku Hezîrana sala borî ragihandibû ku Olof Palma ji aliyê Kurdan ve nehatiye kuştin û PKK ji bo gelê Kurd rêxistineke ya têkoşîn dike derbas bûye jî, rê li ber nerazîbûnên Kurdistaniyên li Sêwêdê dijîn ku hê jî hikûmeta Swêdê PKK ji lîsteya terorê dernexistiye, heman demê domandina zextan a li ser Kurdan vekir.

Hikûmeta Swêdê bi daxuyaniyan li aliyekê destekê dide Kurdan li aliyê din dewleta Tirk şermezar dike heman demê heman demê daxwazên bicihbûnê (îltica) ya Kurdên ji ber hovîtiya dewleta Tirk direvin û xwe li Swêdê disitrîne, red dike.

Nîsana sala borî Swêdê ciwanê Kurd Resûl Ozdemîr (23)ê ji ber ku tevlî berxwedana Cizîrê ya sala 2015’an bûye û 15 sal ceza jêre hatiye dayîn, tevî şewbê jî bi balafireke taybet radestî Tirkiyeyê hatibû kirin.

Herî dawî Kurdistaniya bi navê Zozan Buyuk a 30 salî û dayika 2 zarokan biryara dersînorkirina wê hatibû girtin.

Parlementoya Partiya Çep û Berdevka Polîtîkayên Hiqûqê Lînda Westerlûnd Snecker bi pêşnûmepirsekê mijar biribû rojeva parlemetoyê. Snecker bal kişandibû ser nîşanên pirsê yên têkildarî hevkariya di navbera Sapo û Teşkîlata Îstixbaratê ya Mîlî (MÎT), anî ziman ku xebatên ku Tirkiye qedexe dibîne li Swêdê qanûnî û rewane.

Snecker destnîşan kir ku Sapo zextê li îlticayên siyasî yên ji Tirkiye û Kurdistanê tê dike.

Navenda Civak Kurd a Demokratîk û rêxistinên din ên Kurdistanî bi hashtaga #KurdsAreNotTerrorist dest bi kampanyayeke navneteweyî dike. Bang li hemû parêzvanên mafê mirovan kir ku tevlî kampanyayê bibin.

Hemû Kurdistanî û parêzvanên mafê mirovan wê 22’yê Çileyê saet 19:00’an li ser Twîtterî Facebook û Înstagramê bi hashtaga #KurdsAreNotTerrorist ku bidin destpêkirin wê bi etîketkirina @Johanssonmorgan (Justitie- och migrationsminister @SAPOsverige (Säkerhetspolisen) Wezîrê Edalet û Koçberiyê yê Swêdê banga tevlîbûnê bê kirin.

Her wiha wê 22’yê Çileyê li qada Storatorget a Orebroyê jî ji bo şermezarkirina Daîreya Koçberan û Polîsên Ewlekariya Swêdê saet 13:00’an çalakiyeke protestoyî bê kirin.