Li Swêdê firotina çekan hate protestokirin
Li 5 navendên cuda yên Swêdê firotina çekan a Swîsreyê ya ji bo Tirkiyeyê hate protestokirin.
Li 5 navendên cuda yên Swêdê firotina çekan a Swîsreyê ya ji bo Tirkiyeyê hate protestokirin.
Ji bo firotina çekan a tekelên Swêdê şermezar bikin, li pêşiya avahiyên wan tekelan çalakî hatin kirin.
Li Sockholm û Malmo li pêşiya avahiya SAAB, li Goteborg û Brolangê jî li SSAB û li Helsîngborgê jî li SCANIA bi çalakiyên hatin kirin dowîzên ku daxwaz dikin ku firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestînin hatin bilindkirin.
Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û bi daxuyaniya ji çapameniyê hate kirin ku firotina çekan a ji bo dewleta Tirk a oprasyonên xwe yên li Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê didomînin, bi dawî bikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi firotina çekan a tekelên Swêdê dibin hevkarên sûcên dewleta Tirk ên êrîşên li Sûriye û Bakur û Başûrê Kurdistanê li dijî Kurdan tên kirin.
Daxwaz ji hikûmeta Swêdê hate kirin ku demildest dawî li firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bînin.