Li Swêdê bertekên li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî berdewam in

Li Swêdê nîşandana bertekan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li dijî gerîla, her ku diçe zêde dibe.

Li Swêdê bertek nîşanê êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk tê nîşandan. Endamê Desteya Rêvebir a Partiya Çepgir a Swêdê Robert Armblad, wiha got:

“Em bi vê vîdyoyê dixwazin bala we bikişînin. Lewre raporên têkildarê dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne, tên. Bi dehan sal in dewleta Tirk axa Kurdan dagir dike û ji ber dagirkeriyê sivîl jiyana xwe ji dest didin. Dewleta Tirk, bi çekên kîmyewî gelek Kurd ji malên wan kirin. Partiya Çepgir li navçeya Kronobergê parastina hiqûqa navneteweyî dike û em dibêjin ku em bi dostên xwe yên Kurd re ne. Divê êdî hemû cîhan dengê xwe ji Tirkiyeyê re bike. Lewre her ku dengê xwe neke wê Tirkiye li kirina sûcan dewam bike.“