Li Stûttgartê li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakiya konvedanê hat lidarxistin

Li Stûttgartê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiya konvedanê hate lidarxistin.

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst a dagirker ên li ser Kurdistanê, bi çalakiya kon vedanê a ji aliyê Hêzên Têkoşîna Yekbûyî ve hat organîzekirin, hate protestokirin.

Di çalakiyê de li dijî dagirkeriyê belavok hatin belavkirin û axaftin hatin kirin.

Di axaftinên li çalakiyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk li Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê dimeşîne û dewletên emperyalîst ên Yekîtiya Ewropayê (YE) piştgirî didin vê yekê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hikUmetên Ewropayê yên ku li dijî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê helwesteke vekirî nîşan dan, lê çavên xwe ji sûcên şer ên Tirkiyeyê yên bikaranîna çekên kîmyewî re girtin.

Di axaftinên ku xeta xiyanetê ya PDK'ê jî hat aşkerakirin de dirûşmên "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Bimire xiyanet ", "Tirkiyê Ji Kurdistanê bicehime” û "Bijî hevgirtina navneteweyî" hatin berzkirin.

Di çalakiyê de alên PKK, MLKP, Alinterî, ADHK, ATÎK, AVEG-KON û AGÎF hatin hilgirtin.