Li Stûttgartê kuştinên jinan hate şermezarkirin

Li Stûttgartê ya Elmanyayê bi çalakiyekê komkujiya ser jinan hate şermezarkirin.

Li Stûttgartê ya Elmanyayê ji bo jina Efgan a 42 salî, ku hevserê wê ew kuştî AKD'ê li Frauenbundis Stuttgart, Die-Linke Stuttgartê cihê ku hatibû kuştin bi dirûşma 'kuştinê rawestîne' çalakiyek kir.

Di çalakiyê de keça jina Efgan axivî û got, ''Ez pê şanaz im ku îro li vir ev qas jin ji bo diya min hatine cem hev. Em jin hemû divê em bibin yek û berxwedanê geş bikin.''

Li cihê ku jina Efgan hatî kuştin, jinekê xwe dirêj kir û xêz jina hatî kuştin hate çêkirin, li dora wê mûm û kulîlk hatin danîn.

Jinên ku tevlî meşa Nordbahhofdan Mittnachstrasseyê bûn gelek caran bi dirûşman gotin, ''Jin jiyan azadî'', ''jinên ku şer dikin ew jin in ku dijîn, em bi hev re li dijî pergalê têbikoşin.''