Li Stuttgartê çalakî: Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan

Li Stuttgartê ji bo girtiyên nexweş serbest werin berdan li ber avahiya konsolxaneya Tirkiyeyê çalakî hate lidarxistin.

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê di pêşengtiya Yekitiya Jinên Kurd ê Elmanya re bi daxwaza bila girtiyên nexweş werin berdan li ber avahiya konsolxaneya Tirkiyeyê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku mirina bi guman ya Garîbe Gezer ku li girtîgehê bi îşkenceya sîstematîk û destavêtin lê hate kirin, cinayete.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku di heftiyên dawî de gelek cenze ji girtîgehê derketine û xwestin demildest girtiyên nexweş werin serbest berdan.

Jinên ku ji bo hemû girtiyên nexweş azadî xwestin, dirûşmeyên “Faşîst Erdogan“, “Faşîst Tirkiye“ û “Kujer Erdogan“ berz kirin.