Li Stûttgart û Hambûrgê dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin

Li bajarê Stûttgart û Hambûrg ên Elmanyayê êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Rojava û Kurdistanê bi meşekê hate şermezarkirin.

Meşa li bajarê Stûttgartê hate kirin ji kolana Laûtenschlageyê destpê kir. Di meşê de dirûşmên ‘Terorîst Erdogan’, ‘Ji Ocalan re azadî’ hate qîrkirin. Piştre li Schlossplatezê mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de li ser dagirkeriya Tirk a axaftin hate kirin û dagirkerî hate şermezarkirin.

HAMBÛRG

Bi meşekê dagirkeriya dewleta Tirk li Hambûrgê hate protestokirin. Meşa ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hambûrgê ve hate organîzekirin ji stasyona trenê ya Sterneschanzeyê destpê kir. Parlementerê Partiya Çep  Martîn Dolzer ê di çalakiyê de axivî diyar kir ku ew dagirkeriya Tirk napejirînin û divê her kes li dijî vê hewldanê dengê xwe bilind bike.

Di meşê de alên YPG’ê û YPJ’ê hatin hildan û gelek belavok hatin belavkirin.

Meş li Gansmarktê bi dawî bû.