Li Stûttgart û Gottîngenê 1’ê Gulanê hate pîrozkirin
Li bajarên Stûtgarat û Gottîngenê yên Elmanyayê gel daketin qadan û 1’ê Gulanê pîroz kirin.
Li bajarên Stûtgarat û Gottîngenê yên Elmanyayê gel daketin qadan û 1’ê Gulanê pîroz kirin.
STÛTTGART
Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê bi banga sendîkaya DGB’ê Solidaritat Klassenkampf, Aktionsbundnis, Dîe Linke, MLPD, HBDH û pêkhateyên KBDH’ê TKEP- Lennînîst, MLKP, KKO, PKK, MKP, TIKB ve TKP-ML jî di nav de gelek sazî tevlî meşa 1’ê Gulanê bûn.
Di meşê de pankarta ‘Bijî 1’ê Gulanê’ û ‘Sînan Dêrsim nemir e’ hate hildan. Di meşê de li ser navê HBDH Ewropayê axaftin hate kirin û êrîşa dewleta Tirk a li dijî qadên gerîla hate şermezarkirin.
GOTTINGEN
Li bajarê Gottingenê yê Elmanyayê jî çalakger ji bo 1’ê Gulanê daketin qadan. Kurd jî tevî ala û belavokên xwe tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de sloganên li dijî faşîzmê hatin berzkirin.