Li Strasboûrgê roja 128'an: Bila Ewropa tevbigere

Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîdê ya li Strasboûrgê di roja 128'an de ye.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasboûrgê bi tevlêbûna 14 kesan 17'ê Kanûnê dest pê kirî, ya ji bo rabûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 128 roj in didome.

Rewşa tendiristiyê ya çalakgeran ne baş e li gel vê jî moralê çalakgeran baş e û biryardar in heta ku tecrîd were şikandin çalakiyê bidomînin.

DIVÊ EWROPA JI BO ÇARESERIYÊ TEVBIGERE

Serdanên li çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasobûrgê didomin. Di serdanan de tê gotin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin û tecrîd êşkence ye. Di serdanan de tim bang tê kirin ku divê saziyên Ewropayê nebin hevkarê sûcê mirovahiyê yên dewleta Tirk û ji bo çareseriya pirsê Ewropa divê tevbigere.

Ji bo rakirina tecrîdê ji bilî greva birçîbûnê li Strasboûrgê, li ber Konseya Ewropayê, Parlamentetoya Ewropayê û Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê gelek çalakî kirin. Çalakiyên rûniştinê ku 25'ê Adarê KCDK-E'yê û TJK-E'yê koordîne kirin bi rengekî girseyî didomin.

Li Strasboûrgê piştî cejnê Çarşemê dîsa wê  çalakî dest pê bikin û vê heftiyê çalakiya rûniştinê wê were kirin. Çalakiya rûniştinê ya li ber KE û CPT'yê wê bi tevlêbûna Kurdsitaniyên li Swîsre û Strasboûrgê bibe. Tê payin ku çalakî heta 1'ê Gulanê bidomin, bang tê kirin ku saziyên Ewopayê demildest zextê li ser dewleta Tirk bikin û ji bo tecrîd rabe bi peywirên xwe rabin.