Li Strasboûrgê çalakiya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

Bi hezaran kes li bajarê Strasboûrg a Fransayê hatin cem hev û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya saziyên navnetewî şermezar kirin.

Çalakvanên ku ji gelek navendên Ewropa îro hatin bajarê Strasboûrgê, ji bo Abdullah Ocalan çalakî lidarxistin. Çalakvanan pankarta li ser hatibû nivîsandin “Wê Azadî Biser Bikeve” vekirin. Li wir bi domdarî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berzkirin, her wiha bang li Komîteya Pêşî Lêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kirin ku bi erka xwe rabe.

Pişrî ku girse li Place de la Repûblîqûe kom bûn dest bi meşê kirin. Di meşên de flamayên “Ji Ocalan re Azadî” û alên YPG’ê hatin hilgirtin. Çalakî didome.