Li Strasbourgê çalakiya rûniştinê ya çar hefteyan dest pê dike

Bi banga TJK-E û KCDK-E'yê, Kurd wê tevî dostên xwe li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji 12'ê Gulanê û pê ve çalakiya rûniştinê li dar bixin û tecrîd, dagirkerî, biryara DYE'yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê, şermezar bikin.

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û biryara Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ya li dijî sê şoreşgerên Kurd ên pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê bi çalakiyan têne şermezarkirin.

TJK-E û KCDK-E wê 12'ê Gulanê li bajarê Strasbourg ê Fransayê di dirûşma 'Li dijî dagirkerî û qirkirinê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye. Dem dema azadiyê ye' dest bi çalakiyan bikin ku wê çar hefteyan dewam bikin.

Çalakî wê li qada hevpar a saziyên Ewropayê (Konseya Ewropayê, Parlamenta Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û CPT lê ne) pêk were ku niha Nobeda Azadiyê lê tê lidarxistin. Çalakî wê bi meşeke girseyî 12'ê Gulanê bi pêşengiya TJK-E'yê dest pê bike.

Piştre jî saet di 13:00 de bi daxuyaniyeke çapemeniyê çalakiya rûniştinê dest pê bike. Di roja destpêkê ya çalakiya rûniştinê de bi pêşengiya TJK-E'yê ji ber Konseya Ewropayê wê meşek dest pê bike û li ber Konsolosxaneya DYE'yê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

Di vê çalakiyê de wê biryara Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ya li dijî ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê li hemberî sê şoreşgerên Kurd hatiye dayin bê şermezarkirin. Piştre jî wê ji saziyên Kurd û dostên wan ên li Ewropayê komên ji 30 kesî her hefteyê çalakiya rûniştinê bikin.

Çalakiya rûniştinê jî wê her roj saet di navbera 09:00 û 17:00 de pêk were û komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û bêdengiya dewletên Ewropayê ya li pêşberî dagirkeriya li ser Kurdistanê bê şermezarkirin.