Nûçeya Lezgîn: Polîsan avêtin ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV

Li Stockholmê merasîma bîranîna şehîdan

Li paytexta Swêd Stockholmê ji bo bîranîna Fermandar Rênas Roj, Sosin Bîrhat û Seîd Hesen merasîmek bîranînê hat lidarxistin.

Li Komeleya Civaka Kurd a Demokratîk ya li Stockholmê bi amedebûna birayê Fermandar Şehîd Rênas Roj ((Selahedîn Şehabî) yê ji Rojhilatê Kurdistanê û Fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ya li Til Temirê de şehîd bûbûn û her wiha fermandar û pêşengê civaka Êzidî Seîd Hesen ku di 16’ê Tebaxê de li Şengalê şehîd bû, bi merasîmekê hatin bibîr anîn.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyana şehîdên rêya azadiyê ve destpêkir.

Piştî rêzgirtinê siyasetmedarê Kurd Senanîk Onen axaftinek kir. Onen got: “Îro her çar dewletên dagirker, her çendî ku di nava xwe de pirsgirêk û krîzên mezin yên demokrasî, aborî û jiyanî dijîn jî, lê dema mijar dibe Kurd, biryara wan a ji bo kuştin, binpêkirina mafên mirovan û her cure hovîtiya li ser Kurdan dibin yek. Îro ya ku pêşengiya wan hovîtî û xwînxwariyan dike jî dewleta faşîst û dagirker, Tirkiye ye.”

Di bîranînê de peyama dayîka du şehîdan, Fermandar Rênas û şehîd Rêbaz peyamek bi dîmen ku ji bo civata bîranînê rêkiribûn hate nîşandan. Piştî peyaman sînevîzyona li ser jiyan û tekoşîna fermandarê ji Rojhilatê Kurdistanê şehîd Rênas Roj hate nîşandan.

Di berdewamiya bîranînê de birayê du şehîdan Saman Şehabî axivî û got: “Axaftina li ser şehîdan pir zore, bi taybet jî heger ew şehîd bira an kesek ji malbata mirov be. Fermandar Rênas ne tenê birayê min, heval û mamosteyê min jî bû. Ew li rex xemxwariya gel li her çar hêlên Kurdistanê, mirovek pir hestiyar û xwedî kesayetek pir dilnizim, zane û di zanebûna erka xwe de bû.”

Şehabî her wiha bal kişande ser kesayet û têkoşîna her du şehîdan û wiha pêde çû; “Her du birayên min jî xwedî kesayetiyek pêşeng bûn, bi taybet fermandar şehîd Rênas Roj ji ber ku li her çar hêlên Kurdistanê tekoşîn kir, wî bi xebata xwe ew sînorên li ser axa me bê wate kir. Li her çar hêlên welatê me xwe xistibû dilê her Kurdeke dilsoz. Ew birayê min bû, lê dilsoz û dildarê gelê xwe bû. Sersaxiyê li tevayî rêhevalên şehîd Rênas Roj, tevayî hevalên wî yên di çeperan de li berxwe didin û sersaxiyê ji tevayî gelê Kurd dixwazim. Em serfirazin bi domandina rêça şehîdan.”

Di dewama merasîmê de çalakvanê enternasyonalîst Behram Rehmanî jî axifî. Rehmanî diyar kir: “Bi rastî jî berê her kes ji xwe re digot ez şoreşgerim an jî pir kesan bi sedan pirtûkên li ser sosyalîzm û marksîzmê xwendine, lê min kes weke wan lehangan nedît. Şoreşger, çalakger û têkoşerên riya demokrasî û sosyalîzmê ewin. Ewin yên ku îro bi awayekî çalak li hemberî dijminên xwînxwar têdikoşin.”

Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî berxwedana gerîlla” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.