Li Stockholmê girtinên li Îranê hate protestokirin

Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye girtinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hate protestokirin.

Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye girtina parêzvanên mafên mirovan ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hate protestokirin.

Li ser banga Komîteya PJAK’ê ya Stockholmê Kurdistanî li qad Sergelstorgê kom bûn û pankarta ‘Darvekirinên li Îranê bidin sekinandin, girtiyên siyasî berdin’ hatin hildan.

Çalakgeran alayên PJAK’ê hildan û sloganên ji bo şermezarkirina Îranê berz kirin.

Li ser navê PJAK’ê daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin ku herî kêm 60 kes hatine girtin û hate xwestin ku bila parêzvanên mafên mirovan werin berdan.