Darvekirina mamoste Ferzad Kemanger û hevalên wî hate şermezarkirin

Di salvegera 11'an a darvekirina 5 girtiyên siyasî de rejîma Îranê li Stockholmê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Ji ber darvekirina mamoste Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderyan, Şîrîn Elemhûlî û girtiyê siyasî yê Fars Mehdî Îslamiyan ku 9'ê Gulana 2010'an li girtîgeha Evîn a Tehranê hatin darvekirin, rejîma Îranê hate şermezarkirin. Çalakî bi pêşengiya rêxistinên PJAK û KJAR'ê hate lidarxistin.

Çalakî li meydana Sergels Torged a navenda bajêr bi vekirina pankartên her 5 cangoriyan, alayên PJAK, KJAR dest pê kir. Di çalakiyê de endamê dîplomasiya PJAK’ê li Swêd Emîr Babekrî axivî. Babekrî got “Îro em heval Ferzad Kemanger, Ferhad Vekîlî, Elî Heyderiyan û Şirîn Elemhulî bi bîr tînin. Ev hevalên me ji bo kar û xebatên têkoşîna azadiyê Rojhilatê Kurdistanê weke sembolên berxwedanê tên naskirin. Îran bi sêdarekirina van hevalan, li nasnameya tawanên xwe tawaneke girantir û rûpelek qirêjtir zêde kir.Îro em dibînin ku cîhana rojava dixwaze bi Îranê re li ser hin xalan li hev bike, lê qet qala wan kiryarên Îran ya dij mirovî bi taybet li dijî gelê Kurd nakin. Tenê li berjewendiyên xwe yên aborî difikirin. Em jî diyar dikin heta ku Kurdek mabe, em ê xwedî li van şehîdên xwe derkevin, zîndan ji bo me qada berxwedanê ye. Her yek ji me, em ê bi rihê wek xwendevanên mamoste Ferzad, xwedî li bawerî, hizir û ramanên wî yên ji bo jiyana azad û demokrasî ji bo tevayî gelên li Îran xwedî derbikevin.”

Çalakî bi berzkirina sloganên  “Hilweşe rejîma xwînxwar a Îranê, “Bimire rejîma faşîst’ û ‘Azadî ji bo girtiyên siyasî yên li Îranê” bi dawî bû.