Li Stockholmê dewleta Tirk hate protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriya Başûrê Kurdistanê li Stockholmê hate protestokirin.

Kurdistaniyên îro bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê, Meclîsa Jinan a Amara û rêxistinên Başûrê Kurdistanê li qada Norra Bantorget a Stockholmê hatin gel hev, qetlîamên dewleta Tirk protesto kirin.

Di axatinên ji aliyê rêxistinên banga çalakiyê ve hatîn kirin de, diyar kirin ku dewleta Tirk hemû qanûnên navneteweyî û pîvanên hiqûqî binpê kirine û ketine Heftenînê û qetlîam kirine. Rêxistinên ku dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirîn, xwestin ku dewleta Tirk wan leşkerên xwe yên paralel ji Kurdistanê bikêşin.

Di axaftina li ser navê KCDK-E Başûr hatî kirin de jî bal kişande li ser mêtîngeriya Kurdistanê ya ji aliyê Tirkiye, Îran, Iraq û Suriyê ve û hate gotin, “Em bi gelên din re dixwazin bi şert û mercên mafên mirovî, aşitî û demokrasî bijîn.”

HÎŞYARÎ JI BO HIKUMETA BAŞÛR

Di serî de Swêdê civaka navnetewî, ji bo dewleta Tirk hewldanên xwe yên şerên der qanûnî rawestîne bang kirin. Ji Rêveberiya Herêma Kurdistanê xwestin ku ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re vekişin.

Hevserokê Kongreya Neteyî ya Kurdistanê (KNK) ê Ehmed Karamûs got, dewleta Tirk bi çekên pêşketî û bi desteka NATO’yê li dijî Başûr Kurdistanê êrîşên qirkirinê zêde dike.

Piştî axaftinan girseya ku dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Heftanînê”, “Destên xwe yên bi xwîn ji Heftanînê vekêşin”, “Artêşa Tirk ji Kurdistanê here”, “Faşîst, Katîl Erodogan” berz kirîn hetanî qada Sergelstorgê meşiyan.