Li Stockholmê bi tevlîbûn MSD’ê siberoja Sûriyeyê tê nîqaşkirin

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi gelek nûnerên welatên rojava û hêzên muxalîf ên Sûriyeyê re li paytexta Swêd Stokcholmê civiya.

Li gorî malpera fermî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) duh 9`ê Nîsanê MSD`ê di çarçoveya hewldanên lidarxistina Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk de û ji bo nîqaşkiirna nêrîneke siyasî ku nûnertiya herî guncaw û firehtir ji opozîsyonê re pêk tîne, hevdîtinek şêwirê li paytexta Swêd Stokholmê lidar xist.

Civîna ku ji aliyê Navenda Olof Palme ya Navdewletî ve hat lidarxistin de, nûnerên wezaretên derve yên Amerîka, Brîtanya û Swîsra, 39 nûnerên opozîsyona Sûriyê û hin nûnerên demokrat beşdar bûn.

Hevdîtin wê du rojan berdewam bike. Li gorî maperê, di hevdîtinê de wê mijarên; encamên Sûriyeya dewlet, welat, lêkolînkirina têgeha nenavendîbûnê di çarçoveyeke nîştimanî ya demokratîk de ku yekitiya Sûriyê û serdestiya nîştimanî diparêze û hevsengiyê di navbera nasnameya sûrî û nasnameyên xwecih de biafrîne. Her wiha çareseriyeke adil ji doza Kurd û kêmneteweyên din re pêk bîne. Pergala dewleta nûjen a bendewar çi ye, rola demokratan û pêkanîna yekîtiyê tên nîqaşkirin.

Li gorî malperê, seroka navenda Olf Palme ya Navneteweyî Anna Sondstrom di destpêka hevdîtinê de axiviye û destnîşan kiriye ku ev hevdîtin ji bo pêkanîna aştî û aramiya li Sûriyê gelek girîng e. Her wiha bal kişand ser demokratiyê û edaletê û azadiya gel û got ev yekane rêya rast e.

Di roja yekemîn a hevdîtinê de, 3 mijar hatin nîqaşkirin; rewşa Sûriyê, seneryoyên muhtemel ên pêşeroja Sûriyê weke dewlet û welat li gel binkeftina xebatên siyasî, derfeta parastina yekitiya Sûriyê li gel parçebûnê û dagirkeriyê û hebûna leşkerî. Rola hêzên demokrat di dîtina çareseriyekê de.

Li gorî malperê seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed mijara parçebûna li welat gotubêj kiriye û got: “Li hin herêman dîktetorî heye, li hinekan jî faşîzim heye. Her wiha li hinekan jî mîna Bakur û Rojhilatê Sûriyê demokratî pêk hatiye.”

Li gorî malperê, mijara duyemîn; teşeya desthilatê li Sûriyê bû û tê de têgeha nenavendîbûn, teşeyên wê yên siyasî, aborî û rêveberî hatin gotubêjkirin. Beşdaran li ser nenavendîbûn deriyê bingehîn ê çareseriyê ye li hev kir û gelek model li ser vê mijarê wek mînak dan ku ji aloziyê xilas bû. Her wiha beşdaran bandora nenavendîbûnê li ser jinan û rola wan di avakirina aştiyê de nîqaş kirin.

Mijara sêyemîn bi navnîşan ‘Gavên pratîk ji bo avakirina qadeke hevbeş’ û têde astengiyên li pêşiya avakirina eniyeke demokratîk a Sûriyê dibin bend, rêbazên yekkirina xîtaba demokratîk li Sûriyê, rola hêzên demokratîk di pêşeroja Sûriyê û derfeta pêkanîna van gavan di pratîkê de hatin nîqaşkirin.

Li gorî malperê di dawiya hevdîtina yekemîn de, beşdaran li ser rêgeza nenavendîbûnê, pêwîstiya berdewamkirina nîqaşê li ser diyarkirina teşe û parastina yekitiya Sûriyê û Rêveberiya Xweser, nexasim ku li Sûriyê tecrubeyeke pêşeng e, li hev kir.

Tê payîn ku hevdîtin îro berdewam bike.