Li Stockholm û Osloyê bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ mîtîng hat lidarxistin - HATE NÛKIRIN

Li paytexta Swêd, Stockholmê û li paytexta Norveç Osloyê, ji bo silavkirina serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mîtîng hat lidarxistin.

Li Paytexta Norveç Oslolyê gelek rêxistin û partiyên Rojhilatî û Îranî hatin ba hev û çalakî li dar xist.

Meş ji navenda Osloyê destpê kir û heta qata mîtînê ya li ber avahiya parlamentoya Norveçê dewam kir. Di meşê de bê navber bi Farisî, Kurdî û Norveçî dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Na ji darvekirinan” re hatin berzkirin. Mîtîng piştî axaftinan bi muzîkê bi dawî bû.

STOCKHOLM

Îro bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" li parka Norra Bantorget a paytexta Swêd Stockholmê bi beşdariya gelek partî, rêxistin û saziyên ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê, mîtîngeke girseyî hat lidarxistin.

Ji bo piştevaniya bi serhildanên li Rojhilat û Îranê bi pêşengtiya Înîsiyatîfa Jin Jiyan Azadî ku ji gelek partî, sazî û dezgehên Rojhilatî û Îranê yên weke; PJAK, KJAR, KOMELE  Federasyona Esrê Anarşîst û Platforma Îraniyan pêk tê, mîtîng di saet 14.00’an de pêk hat.

Mitîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. NCDK-Swêd û partiya Komele peyam dan. Piştre parlementerê partiya Swêd Daniyel Riyazat axivî û wiha got: “Pir eşkereye ku di serhildanên wan çend mehên dawî de tu alîkarî ji aliyê dewletên derve nehate kirin, ev yek ji me re diyar dike ku hêza me, hêza gel her em bi xwe ne. Divê gel bi her awayî li hev xwedî derbikevin û divê em bi her awayî bibin dengê gelê li Îran û Rojhilat. Divê mora terorê li tevahî sazî û dezgehên rejîma Îranê bê xistin.”

Piştre siyasetmedara serbixwe ya parlementoya Swêdê Emîne Kakebawe jî axivî û destnîşan kir serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengiya jinan, destpê kir.

Hunermendê navdar Kalê Ateşî bi sirûdên xwe û hunermendê Swêdî Albert Jansson jî bi stranên xwe piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", “Serhildan heta serkeftinê” û “Têkçûn ji bo rejîma Îran” hatin berzkirin.