Li Stockholmê berxwedana gerîla hate silavkirin

Li Stockholmê li hemberî êrîşên dagirkeriyê û gefên dewleta Tirk a dagiker yên li ser Rojava çalakiyek hate lidarxistin. Kurdistaniyan di çalakiyê de berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir.

Li Stockholmê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK-Skandînavya) û TJK-S li hemberî êrîşên dagirkeriyê û gefên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Rojava li qada Sergels Torget çalakiyek hate lidarxistin. Kurdan di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, HPG, KCK û TJK-S’yê hildan. Girseyî timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Bimre xiyanet“ berz kirin.

Di çalakiyê de daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Tirkiye ji bo DAIŞ û tevahî komên çete yên ku kiryarên wan pir qirêj dikin, bûye weke stargehekê û tevahiya cîhan vê dizane.

Di daxuyaniyê de banga hestiyarê li civaka Swêdê hat kirin.

Piştî daxuyaniyê endama Desteya Rêvebiriya Partiya Çep a Swêd Yekbûn Alp axivî. Alp anî ziman ku Swêd timî ji bo demokrasiyê li hember zext û zora welatên dîktator dengê xwe bilind kiriye û wisan tê naskirin jî. Alp anî ziman ku dewleta Tirk li her derê zilmê li Kurdan dike û got: “Dewleta Tirk îro li ser xwîna Kurdan ketiye nava bazariyê.“

Alp diyar kir ku şervanê YPJ-YPG’ê ji bo tevahiya cîhanê berdêlên giran dane û got: “YPJ û YPG’ê ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya cîhanê şer kir û berdêlên giran dan. Niha jî dewleta Tirk dixwaze hêzên ku rûmeta mirovahiyê parastine bixe nava lîsteyên qedexe. Dewleta Tirk bi tu awayî naxwaze Kurd bihêz bibe û tehmûla Kurdan nake.“

Di çalakiyê de berxwedana gerîlayên azadiyê hate silavkirin û çalakî bi dirûşmeyên ''Bijî berxwedana gerîla“ û “Bijî Şoreşa Rojava'' bi dawî bû.