Li Stockholmê Şêwra Neteweyî ya Rojhilatê Kurdistanê pêk tê

Bi pêşengiya KNK'ê li Stockholmê Şêwra Neteweyî ya Rojhilatê Kurdistanê bi beşdariya gelek jin, siyasetmedar, çalakvan û kesayetên Rojhilatê Kurdistanê pêk tê.

Konferansa duyemîn a Şêwra Neteweyî ya Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma "Rewşa gelê Kurd a li Rojhilatê Kurdistanê, helwest û çareserî" li paytexta Swêd Stockholmê doh dest pê kir.

Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi dehan jin, siyasetmedar, çalakvan û kesayetên Rojhilatê Kurdistanê ji bo nirxandina rewşa Rojhilatê Kurdistanê li hev kom bûn.

Di vê konferansa du rojî de wê rewşa siyasî, aborî û civakiya Rojhilatê Kurdistanê nîqaşkirin û  rêyên çareseriya alozî û pirsgirêkên gelê Kurd ê li Rojhilat bên nirxandin.

Hevserokê KNK'ê Rêbwar Reşîd di roja destpêkê ya konferansê de peyama KNK'ê xwend. Di peyamê de hate gotin, "Em di wê baweriyê de ne ku konferans wê bingeha gotûbêjkirinê di navbera tevgeran ava bike û piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd û hemû pêkhateyên civaka Rojhilatê Kurdistanê pêk bîne, xwedî li destketiyan derkeve. Lema Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji bo Rojhilatiyan firsendek ava kiriye."

Konferans piştî xwendina peyaman bi çar panelan dom kir. Beşdarên konferansê di her panelê de pêşniyar û nêrînên xwe di derbarê rojevên hatî destnîşankirin de parvekirin.

Di roja duyemîn a konferansê de jî rewşa siyasî ya li Rojhilatê Kurdistanê tê nixandin. Hate ragihandin ku wê êvarê encamnameya konferansê bê ragihandin.

Hêjayî gotinêye ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di rojên 16 û 17 Îlona 2017’an de yekemîn konferansa şêwira neteweryî ya Rojhilatê Kurdistanê bi tevlêbûna 120 kesayetên Kurd li bajarê Stokholmê damezrandibû.