Her 6 jinên Kurd ên siyasetmedar hatin bibîranîn - NÛ BÛ - II

Her 6 jinên Kurd ên siyasetmedar li gelek bajarên Ewropa hatin bibîranîn.

Meclîsa Jinan a Amara û Rêxistinên Jinan ên Rojhilatê Kurdistanê (RONAK) ji bo bîranîna Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsa Firansayê hatin qetilkirin û Sêvê Demir, Pakize Nayir, Fatma Uyar ên di 4'ê Çileya 2016'an de li Silopiyê hatin qetilkirin, li Stockholmê bibîranîn. Di bîranînê de wêneyên 6 jinên Kurd ên siyasetmedar hatin hilawistin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

‘KOMKUJIYA PARÎSÊ QIRKIRINA DUYEMÎN A DERSÎMÊ YE‘

Di bîranînê de siyasetmedara Kurd Şukran Sincar axivî. Sincar anî ziman ku destê gelek welatên Ewropa di komkujiya Parîsê de heye û wiha axivî:“Kujer Omer Guney tenê piyon bû. Her wiha tenê bi tawanbarkirina Tirkiyê ev bûyer girtina dest şaşe, ji ber ku gelek dewletên Ewropî jî di nava vê bêbextiya qirêj de destê wan heye. Dema ev komkujî çêbû, hevditinên ji bo çareseriya pirgirêka Kurd hebûn û her weke Serok APO ji dibeje; ‘Ev derbeyek li himber min bû û ev komkujiya Dersimê ya duyemîn e‘. Lazime ev bûyer zelal bibe û em bişopînin. Ev komkujî hincet û derbeyek ji bo dawîkirina hevdîtinên ji bo çareseriyê bû. Yanî derdorên ku li tekçûna pêvajoye dipirsin, bila li wan kiryarên qirêj binêrin. Di dema pêvajoya Xweseriya Demokratîk de jî dîsa jin kirin armanc. Nasnameya wan hevala weke nasnama jina Kurd a serbilin û li ser doza azadiyê her yek weke sembolek bûn. Wan bi jiyan û tekoşîna xwe bilind kiribûn ji ber wê yekê hatin qetilkirin. Heta dawiyê em ê hesabên van komkujiyana bipirsin. Bi hêza em ji wan digirin em ê ala wan a serhildanê hilgirin.“

‘EM Ê ŞOPDARÊN RÊYA WAN BIN‘

Piştre, Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad axivî û diyar kir ku di şexsê 6 jinên Kurd de têkoşîna jinan hate hedef girtin û wiha pê de çû: “Timî têkoşîna jina Kurd di hedefa dagirkeran de ye. Dagirker dixwazin rêxistinbûna jina Kurd têk bibe. Heger îro li her devera cîhanê jina Kurd bi berxwedan û azadîxwaz tê naskirin, ev tekoşîn û xebata Sara, Rojbîn û Ronahî ye. Ev yek li her çar beşên Kurdistanê ber bi çave. Loma dijmin ew kirin hedef. Em ê timî li ser şopa şoreşgeran bimeşîn û ala wan bilind bikin.“

Di berdewamiya bîranînê de li ser navê Rexstina Jinên Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Şanaz, peyama jinên Rohilatê Kurdistanê RONAK û KJAR‘ê xwend.

Piştî peyamê, sînevziyona qala jiyan 6 jinên şoreşger dike hate temaşe kirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “Şehîd namirin“ û “Jin jiyana azadî“ dawî bû.

TORONTO

Li Toronto bi pêşengiya Komuna Jina Azad a Sara û Meclîsa Demokratîk a Toronto ve 6 jinên Kurd ên siyasetmedar hatin bîranîn. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir.

Di bîranînê berdevka Komuna Jina Azad a Sara axivî û got: “Komkujiya Parîsê berdewama polîtîkaya qirkirina li dijî Kurdan e. Komkujiya li dijî Sara, Rojbîn û Ronahî li dijî hemû Kurdan e. Em ê têkoşîna şehîdên xwe mezin bikin.“

ÊRÎVAN

Li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê bi pêşengtiya Yekitiya Jinên Azad ve 6 jinên Kurd ên siyasetmedar hatin bîranîn. Bîranîn di saet 12.00’an de bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Endama Yekitiya Jinên Azad Asya Bîroyan axivî. Bîroyan anî ziman ku Sakîne Cansiz sembola jinên PKK’î yên li ber xwe didine û got: “Ji ber vê yekê hedef hate girtin. Li pişt komkujiya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye kirin de dewleta Fransa û Elmanya heye. Eger ne wiha bûya wê îro komkujî hatibûya ronîkirin.“

‘EM Ê ALA ŞEHÎDAN BILIND BIKIN‘

Piştre, Hevseroka Komîteya Kurdistanê Îla Tovmasyan axivî û ev tişt got: “Em deyndarê şehîdên xwe ne û em ê tu carê wan ji bîr nekin. Eger îro em li vir dikarin bitêkoşîn ev jî di saya têkoşîna Sakîne, Bêrîvan û Bêrîtanan ne. Em îro hêza xwe ji şehîd û Rêber Apo digrin. Em jinên Kurd li kûderê bin bila bibe em ê têkoşîna xwe mezin bikin û ala şehîdan bilind bikin.“

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ û “Jin jiyan azadî“ dawî bû.

KOPENHAG

Ji damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK‘ê Fîdan Doganû Endama Tevgera Ciwanan a Kurd Leyla Şaylemez ku di 9'ê çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, Danîmarkayê hate hatin bîranin. Çalakiya bîranînê di pêşengtiya Meclîsa Danîmarka a Sêvê ve hate lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên jinên şoreşger, alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Edalet niha“ hatin hildan.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî, Sara Rojbîn Ronahî” û “Kujer Erdoğan” bi dawî bû.

DRESDEN

Endamên Meclîsa Uta Rosa Lûxembûrg di 103’emîn salvegera wê de û 9’emîn salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez de çalakiya bibîranînê li dar xist.

Jinan qûrnefîl danîn li ser abîda Rosa Lûxembûrg û gotin, em ê xwedî li mirasê Rosa û Sakîneyan derkevin.

ROMA

Ji damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan a Kurd Leyla Şaylemez ku di 9'ê çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, li payîtexta Îtalya Romayê hatin bibîranîn.

Di saetên serê sibehê de li ber konsolxaneya Fransa çalakî hate lidarxistin. Piştre li Komeleya Çana Ararat a Kurd çalakiya bibîranînê hate lidarxistin.

Di bîranînê de gelek dostên Kurdan ên Îtalî jî tevlî bûn.