Li Stockholmê 37’emîn salvegera 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

Kurdistanî û dostên wan yên li bajarê Stockholmê li Komeleya Çand û Hunerê ya li navenda bajêr hatin gel hev û 37’emîn salvegera pêngava destpêkirina şerê çekdarî pîroz kirin.

Pîrozbahî bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa azadiyê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê siyasetmedara Kurd Şukran axivî û got: “Di bin paradîgmaya Rêber Apo de, ew guleya yekemîn ku li Dihê hate teqandin, ne tenê li hemberî dijminê dagirker û hov ê Tirk bû, di heman demê de ew gule li hemberî mejî û ramanên paşverû û teslîmkar a Kurdan jî bû. Her weke fermandar û lehengê mezin Egîd ku bi guleya xwe çawa çarenûsa gelekî da guhertin, îro dîsa li ser heman erdnîgariyê ji hêla şervanên Egîdan destanên pir mezin tên nivîsandin û bandora guleya 15’ê Tebaxê heya bi roja îro em anîn û îro dîsa bi heman raman û nêrînê, lazim e em li pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’, dem dema serkeftinê ye xwedî derbikevin.”

Merasîm bi temaşekirina sînevîzyona ku li ser girîngî û destana 15’ê Tebaxê hatibû amadekirin dom kir û piştî vê koma ciwanan ya govendê bi folklora xwe aheng geş kirin.

Piştî folklorê Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad jî axaftinek pêşkêş kir. Zeyneb diyar kir: “Eger em wan salan bînin ber çavên xwe, ji hêla dijmin ku bi kiryar û şerê xwe yê taybet ve, bêhêvîtî û bêbaweriyeke mezin di nava gelê Kurd de çêkiribû. Ne tenê li nava zindanan, di nava tevayî Kurdistanê de jî ew bêhêvîtî mezin bû. Lê bi teqandina fîşeka yekem ve ew bêhêvîtî şikiya. Destpêkirina şoreşeke pir mezin û dîrokî bû ku îro em dibînin li her çar hêlên Kurdistanê û her wiha li tevayî cîhanê bûye bawerî û hêz ji bo tevayî gelên azadîxwaz bi taybet ji bo gelê Kurd. Bandora wê guleya li hemberî dijmin, herî zêde li ser jinan hebû ku îro dikarin bêjin jina Kurd di cîhanê de bûye sembola berxwedan û sembola jina serbilind û şanaz.”

Piştî axatina Muradî hunermend Armanc, Girîn û Murad bi stranên xwe ahenga bîranên coşandin.

Merasîm bi gerandina govend û dîlanê bi dawî bû.