Li gelek bajarên Ewropayê komkujiya li Şengalê hat şermezarkirin

Li gelek bajarên Ewropayê qirkirina li ser Şengalê hate şermezarkirin û banga hevgirtina bi Şengalê re hate kirin.

LÎEGE

Li bajarê Lîege yê Belçîkayê jî bi pêşengtiya NAV-BEL’ê cangoriyên qetlîama Şengalê hatin bîranîn.

Bîranîn li dêrê hate kirin û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Parlementerê Parlementoya Belçîkayê Marc Besenmaker axaftina destpêkê kir û got “Ji bo naskirina qirkirina li ser Êzidiyan me hewldaneke baş kir. Ji niha şûnde jî wê partiya me ji bo hevgirtina gelê bixebite û piştgiriya xwe nîşan bike.”

Hevserokê NAV-BEL’ê Davût Keskîn jî diyar kir 3’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd rojeke reş e û got “Bi saya keda Mam Zekî û Fermandar Zerdeşt Şengal û têkoşînê Şengal hatiye parastin.”

Piştî bîranînê keşeyê dêrê jî ji bo şehîdên Şengalê dia kir û bîranîn bi dawî bû.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî çalakiyeke protestoyê hate kirin.

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan li Vîeûx Portê hate kirin. Di çalakiyê de pankartên li ser salvegera qirkirina Êzidiyan, dowîzên li ser jinên ku ji aliyê DAÎŞ’ê hatibûn kuştin û dîlgirtin, hatin hildan.

Di çalakiyê de ji bo salvegera qirkirina Şengalê bi qasî pênc deqîqeyan sîren hate lêdan. Piştre belavok hate xwendin û axaftin hate kirin.

STOCKHOLM

Mitîng bi deqîqeyeke bêdengiya ji bo bîranîna cangoriyên ku di fermanê de jiyana xwe ji dest dan dest p êkir.

Di mitîngê de Hevseroka NCDK-Stockholm Menîce Yîgît bi Swêdî axivî. Yîgît di destpêka axaftina xwe de komkujî û hêzên ku bûne sedema vê komkujiyê şermezar û lanet kir û got: “Em bang li tevayî dewletan dikin, eger qala rastiyan dikin û xwe weke welatên demokratîkxwaz pênase dikin, vê kiryara li hember gelê Êzidî weke jenosîde nas bikin.”

Yîgît di dewama axaftina xwe de bal kişande ser girîngiya naskirina xweseriya Şengalê û wiha pêde çû; “Eger ev xweserî pêk were, wê pêşî li karesat û trajediyên wisa were girtin. Pêwîst e her Kurdek reva hêzên PDK bibîne û baş bizanibe ku kîjan hêzan bi dayîna canê xwe ew parastin.”

Hevseroka NCDK-Stockholmê Menîce Yîgît her wiha diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk yên ne rewa ya li ser gelê Êzidî û her wiha tevahî Kurdistanê berdewam e û divê li hemberê wan helwesteke berbiçav were raber kirin.”

Di çalakiyê de çalakvaneke jin ku weke sembol li pêşiya çalakvanan bi kincên reş û zincîr pêçayî û dovîza di destê wê de ku li ser hatibû nivîsandin “JINEK JI BO FIROTINÊ BI 10 DOLAR” bal kişand. Her wiha bê navber dirûşmeyên “Destên bi xwîn li ser Şengalê vekişînin”, “Erdogan-DAÎŞ, heman tişt in” û “Bijî berxwedana Şengalê” hatin berzkirin.

Di dawiya mitîngê de Kurdistaniyên ku di destê wan de pankartên mezin yên li ser wêneyên ji komkujiya Şengalê li ser bûn, ji qada çalakiyê heya Komeleya Kurdî ya li Frîdhemspalan meşiyan û di rê de bê navber dirûşme berzkirin û komkujiya li ser Êzidiyan şermezar kirin.

ATÎNA

Li Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê ye qetlîama li Konyayê, jenosîda Şengalê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi meşek girseyî hat şermezarkirin.

Meşa ku ji hêla Navenda Çanda Kurdistanê hat lidarxistin, bi tevlîbûna çalakgerên greva birçîbûnê, çepgirên Yewnanî, enternasyonalîst, TÎKKO û MLKP'ê û bi tevlîbûna bi sedan Kurdistaniyan dest pê kir. Girse bi pankartên "Bimire xiyanet" , "Azadiya jinên Şengalê, azadiya mirovahiyê ye" û alên PKK, KCK, HPG, YJA-Star, YPG, YPJ, YBŞ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Akademiyê ve ber bi Qada Syntagmayê dest bi meşê kir.

Meşa li ser rêya Leoforos Vassilissis Sofias heta ber Sefareta Tirkiyeyê dewam kir. Gel bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" , "Bijî Serok Apo" , "Left left lefterya" , "Bimre xiyanet" , "Faşîst-dîktator Erdogan" , "Bijî berxwedana gerîla" û "Faşîst Tirkiye" gihîştin ber Sefareta Tirkiye.

Li wir ji bo bîranîna cangoriyê azadiya Kurdistanê û Êzidiyê di fermana 2014’an de hatibûn qetilkirin deqîqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê siyasetmedar Huseyîn Aras axivî. Aras kesên ku di nava wan 7 salên ku di ser komkujiya Şengalê re derbas dibe jiyana xwe dest dane bi bîr anî. Aras diyar kir ku yên gel parastin gerîlayên HPG’ê bûn û wiha domand: "Hêzên ku ji bo hewara gelê Şengalê hatin, gel parastin û şehîd bûn, em wan gerîlayên HPG’ê bi minnetdarî bi bîr tînin. Ew şehîdên qehreman, bi berxwedana xwe gelê Şengalê ji komkujiyeke giştî parastin. Em deyndarê wan in. Di dîroka gelê Kurdistanê de wê her tim bijîn.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de PDK û artêşa Iraqê gelê Şengalê li hember êrişên DAÎŞê ne parastin û ji ber vê yekê jî yekser bûn şirîkê komkujiyê. Em wan bi tundî şermezar dikin. Ev helwesta wan ya dijî gelê Şengalê hê jî berdewam e, pêwîst e bê guhertin. Li hemberî fermana 74’an, gelê Şengalê bi berxwedana xwe ya bi pêşengtiya jinê şoreşeke civakî û demokratîk ava kir. Xwe rêxistin kir, di hişmendiyê de guhertin çêkir û parastina xwe ya rewa pêk anî. Yanî di Şengalê de guhertineke dîrokî çêbû. Gelê Şengalê bi ruhê berxwedanê û bixwe baweriyê ji bo xwe nasnameyeke nû ava kir. Ev delîlê azadî û serketinê ye. Lê belê xeteriya li ser gelê Şengalê berdewam dike. Heta ku komkujiya Şengalê neyê pejirandin, heta ku statuya gelê Şengalê bi fermî neyê pejirandin wê her tim xeterî li ser wê hebe. Di vî warî de em berxwedana gelê Şengalê pîroz dikin û ji dil û can silav dikin. Heta dawî em bi berxwedana wan re ne. Azadî bê berdel nabe. Serketin ya gelê me ye.”

Aras bal kişande ser komkujiya Konyayê jî û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ev êrîşa ku li ser malbata Kurd hatiye kirin ne tiştekî ji rêzê ye. Ev êrîşeke plankirî ye û destê dewleta Tirk tê de heye. Em wê komkujiyê bi tundî şermezar û lanet dikin. Divê gelê me li her deverê parastina xwe bikin. Divê em xwe bikin yek hêz. Bi vî rêbazî em dikarin dewleta faşîst a Tirk têk bibin.”

Piştre çepgira Yewnanî Eftelya Larisaidis jî axivî û anî ziman ku êrîşên li ser gelê Kurd bi awayekî hovane dewam dikin û wiha got: "Em li hemberî faşîzma Tirkiyê ne. Em her tim li cem gelê Kurd in. Berxwedana wan pîroz e. Ew komkujiya li Tirkiyê pêk hat faşîzm e. Ez wê komkujiyê lanet dikim."

Piştî axaftinan girse bi tililîyan û berzkirina dirûşmeyên "Faşîst Tirkiye" û "Dîktator Erdogan" belav bûn.

RENNES

Li bajarê Rennes a Fransayê yên di komkujiya Şengalê de hatibûn kuştin, hatin bîranîn. Bi dehan Kurdistanî tevlî merasîma bîranînê ya li NCDK’a Rennesê bûn.

Di destpêka merasîmê de ji bo bîranîna di serî de yên li Şengalê jiyana xwe ji dest dane hemû şehîdên şoreşê deqîqeyek rêz hat giritn.

Hevserokên NCDK’a Rennesê axivîn û bal kişandin ser siyasetên dagirkeran û îxaneta PDK’ê ya li hemberî Êzidiyan û Kurdan. Her wiha hat gotin ku divê qirkirina Êzidiyan bi fermî bê qebûlkirin û statuya xweserî ya Şengalê bê naskirin.

Merasîm bi temaşekirina sînevîzyonek derbarê qirkirina Êzidiyan bi dawî bû.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag a Hollandayê jî komkujiya Şengalê hat protestokirin. Merasîm ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Hollandayê li ber Parlementoya Hollandayê hat lidarxistin.

Di çalakiyê de bi zimanê Îngilîzî û Hollandî daxuyanî hatin dayîn.

Di daxuyaniya ku tê de bal kişandibû ser êrîşa DAÎŞ’ê û piştevanên wê ya 3’ê Tebaxa 2014’an a li ser Şengalê û bi rengekî hovane Êzidî hatibûn qetlkirin de hate gotin jin û zarok rastî tecawîzeke sîstematîk hatin û bi hezaran ji wan hatine wendakirin.

Di axaftinan de jî qala bi peymana di navbera Iraq, rêveberiya Başûrê Kurdistanê, Tirkiye û DYE ya 9’ê Cotmeha 2020’an hat kirin û hate gotin ku ji bo Êzidiyan gefên heyî yên ji ber vê peymanê hê jî didomin.

Her wiha hate destnîşankirin ku divê li hemberî mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya Êzidiyan rêz were nîşandan.