Li Stockholmê ji bo girtiyên siyasî çalakiya konvedanê

Li Stockholmê bi bêşengiya PJAK û KJAR’ê ji bo piştevaniya girtiyên siyasî yên li girtîgehên Îranê tên girtin çalakiya konvedanê hate destpêkirin.

Li qada Mynttorget a Stockholmê bi bêşengiya PJAK û KJAR’ê ji bo piştevaniya girtiyên siyasî yên li girtîgehên Îranê tên girtin çalakiya konvedanê hate destpêkirin. Çalakiya konvedanê di saet 13.00’an heta 15.00’an berdewam kir. Di çarçoveya çalakiyê de ji bo balê bikêşin li ser zext û pêkûtiyên li ser girtiyên siyasî belavok hatin belavkirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Kujer Îran“ û “Ji girtiyên siyasî re azadî“ hatin berzkirin.

‘BI ROJANE AGAHÎ JI ZEYNEB CELALIYAN NAYÊ GIRTIN‘

Çalakgerên tevlî çalakiya konvedanê bû ji ajansa me re axivin. Çalakger Xefûr Mihemedî anî ziman ku ji bo zextên li ser girtiyên siyasî ji holê rabin divê raya giştî bi hestyar tevbigerin û got: “Em bang li welatên ku qaşo qala mafên mirovan dikin, hûn îro Îbrahîm Reîsî weke serok komarê Îranê pêşwazî dikin, destê wî kesî di xwîna gelê Kurd û piranî netewên Îranî de heye. Çima ji ber berjewendiyên xwe kiryarên wan kesên hov û dilreş û neyarên demokrasî û azadîxwazan nabînin. Bi taybet girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ev demeke kes nizane çi hatiye serê wê. Lazime sazî û dezgehên mafên mirovan ji ber wan kiryarên dijmirovahî ya rejîma dagirker a Îran bêdeng nemînin û demildest bikevin nava tevgerê.“

‘DIVÊ EM BIBIN DENGÊ GIRTIYÊN SIYASΑ

Şanaz Eliyasî jî diyar kir ku ew ê li her qadê bibin dengê girtiyên siyasî û ev tişt got: “Di serî de berxwedana Zeyneb Celaliyan û hemû girtiyên siyasî ez silav dikmi. Em ruhê berxwedana xwe ji ruhê zindana Amedê digrin.“

Jina çepgir Şehîn Puya jî xwest her kes xwedî li girtiyên siyasî derkevin.