Li Stavrapolê tûrnuvaya fûtbolê a ciwanan bi dawî bû

Li navçeya Novoalêksandrovsk a bajarê Stavrapol ê Federasyona Rûsyayê, ciwanên welatparêz tûrnuvayeke futbolê li dar xistibûn. Tûrnuvaya ku bi navê lehenga nemir Şehid Mizgin Ronahî hatibû destpêkirin hefteyek dewam kir.

Li navçeya Novoalêksandrovsk a bajarê Stavrapol ê Federasyona Rûsyayê, ciwanên welatparêz tûrnuvayeke futbolê li dar xistibûn. Tûrnuvaya ku bi navê lehenga nemir Şehid Mizgin Ronahî hatibû destpêkirin hefteyek dewam kir. Bi tevahî 6 tîmên ciwanan ên bi navê Azadî, Ocalan, Kobanê, Zap, Garê û Amed tev li tûrnuvayê bûbûn.  Di maça fînalê de tîma Amed bi ser ket û bû yekemîna tûrnuvayê.

Tîma Amed serkeftina xwe diyarî gerîlayên ku îro li ber xwe didin kir û diyar kir ku ew wek ciwan destûr nadin dagirkeriya dewleta Tirk. 

Ciwanan diyar kir ku çalakiyên bi vê şêwazê li ser wan bandorên baş ava dikin û got: "Ji ber vê sedemê divê her tim wiha bihên lidarxistin. Bêguman a giring ne serkeftin e, ya giring ew e ku bi rengekî komînal lîstin û zindîkirina ruhê werzîşê ye."

Di tûrnuvayê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.