Li St Gallen û Lûganoyê ji hezarî zêdetir îmze hatin komkirin

Di civînên ku li bajarê St Gallen ê Swîsreyê û di çalakiyên 'Turnuvaya Futbolê ya li dijî faşîzm û nîjadperestiyê' ya li li Lûganoyê ku bi armanca derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê hatin lidarxistin de, bi hezaran îmze hatin berhevkirin.

Di civînên ku li bajarê St Gallen ê Swîsreyê û di çalakiyên 'Turnuvaya Futbolê ya li dijî faşîzm û nîjadperestiyê' ya li li Lûganoyê ku bi armanca derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê hatin lidarxistin de, bi hezaran îmze hatin berhevkirin.

Li bajarê St Gallen ê herêma Rojhilat a Swîsreyê, di Roja Hevdîtinê (Begegnungstag) de ku ji aliyê Rote Kreûz û şaredariya bajarê St Gallen ve hat organîzekirin, Navenda Civaka Kurd mohra xwe lêda.

Di vê roja ku bi standên ku çandên xwarinên gelên cuda hatin nasandin û mûzîkê de rengîn derbas bû, xwarinên xweş û performansên mûzîkê yên gelê Kurdistanê bal kişande ser xwe.

Merasîma Begegnûngstag ku her salê tê lidarxistin ji ber şewba Covîdê du salan hate sekinandin. Bi vê boneyê Swîsreyî û koçberên li bajêr dijîn herikîn çalakiyê.

Di çalakiya ku bi hezaran jin û ciwanên Kurd beşdar bûn de, ji bo bangawaziya li dijî qedexeya PKK'ê zêdeyî 1100 îmze hatin komkirin.

Kurdistaniyên ku standa îmzeyan danîn, derbarê bê ka çima divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin agahî dan.

LI LÛGANO TURNUVAYA FOTBOLÊ

Li Lûganoyê ji aliyê rêxistinên ciwanên şoreşger ên Swîsreyê û saziyên koçberan ve “Turnuvaya futbolê ya li dijî faşîzm û nîjadperestiyê” hat organîzekirin. Kurdistanî jî bi 2 tîman beşdarî turnuvayê bûn.

Her wiha di çarçoveya turnuvayê de ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin bi sedan îmze hatin berhevkirin.