Enstîtûya Andrea Wolf, ku enstîtû girêdayêî Akademiya Jineolojî ya li Rojava ye û kar û xebatên Jineolojî bi jinên ji welatên cur bi cur re dike, pirtûka bi navê 'Mujer Vida Libertad. Desde el corazón del Movimiento de mujeres libres de Kurdistan’ (Jin Jiyan Azadî. Ji dilê tevgera jinên azad yên Kurdistanê ve' çap kir.
Xebatên pirtûkê havîna 2018’an li Rojava dest pê kir û havîna 2020’an li Ewropa bi Editoriyala Descontrol ya li Barcelona çap bû.
Xebatan danasîna pirtûkê ku ji ber şertên koronayê asteng bûbûn bi sivikkirina koronayê re li gund û bajarên herêmên cuda yên Spanyayê didomin.
Pirtûk heta niha li 7 gund û bajarên herêma Aragon, Cantabria, Asturias û Welatê Bask, 3 bajarên Katalonya, 2 bajarên Andalusiya û 1 li bajarê Murcia hatiya danasîn û heta heyva Tîrmehê li 8 gund û bajaran ya Asturias û Madrid û 10 gund û bajaran li Welate Valencia were nasandin. Her wiha ji heyva Îlonê û şûn ve li gund û bajarên din wê were nasandin.
Komisiyona ku pirtûkê dide nasîn diyar kir pirtûk bi coşî tê pêşwazîkirin û bi çarçoweya panêlên li ser tevgera jinên Kurdistanê û şoreşa jinê derbas dibe.
Komîsyon her wiha dema danasîna pirtûkê li ser rewşa heyî ya Kurdistanê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser rewşa Rojava, êrîşên li ser HDP'ê û berxwedana gerîla ya li ser dijî dagirkeriya Tirk jî agahiyan dide.
Pirtûk ji bo ku naskirina têkoşîna jinên Kurdistanê balê dikişîne ser xwe. Komîsyona nasandina pirtûkê got, ''Ne ku tenê bala mirov dikişîne her wiha hêviyek mezin jî dide mirovan û bi vî awayî dibe bingehekî xurt ji bo xweperwerdekirin û pêşxistina şoreşa jin û gelan.''
Di pirtûkê de ji civaka sirûştî heta bi dîroka Kurdistanê, çirokên Ayşe şan, Zarifeyan Leyla Qasim, rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana zindanan û serhildanên gel ên salên 90’î nivîs hene. Her wiha li ser avabûna Tevgera Jinê û rola Sara (Sakîne Cansiz), şehid Bêrîtan, şehid Sema, şehid Zilan û hemû şehidan azadiyê, avabûna PAJK'ê, sistema konfederal ya jinê ya bi KJK'ê û pêşxistina Jineolojî nivîs di pirtûkê de cih digirin.
Pirtûk ku bi zimanê Spanî hatiye nivîsandin û niha li Italî, Portekîzî û Francî tê wegerandin.
Andrea Wolf (Ronahî) jineke bi eslê xwe Elman bû û di sala 1998’an de çiyayên Kurdistanê di şerê dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû. Enstîtû navê xwe ji vê şervana azadiyê ya Elman digire.