‘PKK nirxên mirovahiyê diparêze, divê ji lîsteya terorê bê derxistin’

Li bajarê Zurîh, Basel û Aarau yê Siwîsrê kampanyaya îmzeyan a ji bo PKK ji lîsteya “rêxistinên terorîst“ bê derxistin berdewam dike.

Ji bo navê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji lîsteya “rêxistinên terorîst” bê derxistin di qada navneteweyî de kampanyaya îmzeyan hate despêkirin. Li bajarê Zurîh, Basel û Aarau yê Siwîsrê jî kampanya bê navber berdewam dike. Li Siwîsrê heta niha 6 hezar îmze hatin komkirin û tê armanckirin 150 hezar îmze werin komkirin.

Dibin sêwana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd e wê li cihên ku Kurd lê dijîn stand werin danîn û belavok werin belavkirin.  Ligel rewşa xirab ya hewayê jî bi taybetî jin û ciwan bê navber kampanyayê dimeşînin.

Li Siwîsrê kampanyaya bi pêşengiya CDK-S û YJK-S’ê ve di 3 Çileyê de start hatibû danîn heta niha 5 hezar û 600 îmze hatine komkirin. CDK-S diyar kir ku armanca wan 150 hezar îmze ye.

BADEN

Di çarçoveya kampanayê de yek ji navendên kampanyayê Baden bû. Endamên CDK Aarau li ber golê standa îmzeyan danî. Endamên CDK Aarau çima divê PKK ji lîsteya terorê derbikeve civak agahdar kirin.

Derbarê kampanyayê de endama Meclîsa Jinan a Rojbîn Guler Koç û Berguzar Çîftçî ji ANF’ê re axivin.

Berguzar Çîftçî anî ziman ku PKK ji bilî nûnerê gelê Kurd, yekane hêz e ku ji bo aştiya Rojhilata Navîn û mayîndekirina aramiya gelên Ewropayê ye û got: “ Ev rastiyeke û nayê înkar kirin. Ev yek duh bi berxwedana destanî ya PKK'ê ya li dijî DAIŞ‘ê derket holê. Israra hêzên ku naxwazin vê rastiyê bibînin ku PKK'ê di lîsteya terorê de bihêlin durûtî ye. Dewletên Ewropayê neçar in ku gavên pêwîst ên ji bo derxistina PKK'ê ku nûnerê gelê Kurd e, ji lîsteya terorê bavêjin."

Guler Koç jî anî ziman ku têkoşîna gerîlayên PKK’ê îro bûye gerdonî û ji bo gelên cîhanê bûye hêvî. Koç diyar kir ku herkesê ku ji xwe re dibêje ez mirovim divê tevlî kampanyaya îmzeyan bibe.

ZURÎH

Yek ji navendên ku kampanya bi aktîf berdewam dike Zurîhe. Endamên Meclîsa Jinan a Berîtan û CDK ji bo kampanya bigêje armanca xwe bi hemû leza xwe îmzeyan kom dikin.

Endamê CDK Ahmet Bîngul der barê kampanyayê de axivî. Bîngul anî ziman ku li aliyekê ji bo PKK ji lîsteya terorê derkeve em îmzeyan kom dikin û li aliyê din em rastiya berxwedêr a PKK’ê ji civakê re vedibêjin.

BASEL

Di heman çarçoveyê de kampanyaya bi pêşengtiya endamên Meclîsa Jinan Ronahî li Baselê hatibû destpêkirin berdewam dike. Di standa îmzeyê de hate gotin ku PKK nirxên mirovahiyê diparêze û divê ji lîsteya terorê bê derxistin.