Li Sîdneyê lîsteya 'terorê' û tecrîd hate şermezarkirin

Ji bo ku PKK ji nav 'lîsteya terorê' were derxstin û dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were li Sîdneyê ya Ewûstralyayê çalakiyek hate kirin.

Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) a Sîdneyê pêk hat û ji bo ku PKK ji nav 'lîsteya terorê' were derxistin, îmze hatin komkirin.

Komîteya Amedekar daxuyanî da, bi bîr xist ku ji girtîgehên Tirkiyê her roj cenaze derdkevin û polîtîkaya tecrîdê bûye sîstematîk.

Bi berdewamî hate gotin ev çar sal in Efrîn hatiye dagirkirin û êrîşên DAÎŞ'ê yên bi kontrola dewleta Tirk hate destnîşankirin.

Herwiha hate diyarkirin dewleta Tirk bi cezanekirineke bêkêmasî sûcan dike û hêzên navnetewî û sazî bêdeng in.

Çalakgeran bang li hikûmeta Ewûstralya û gelê Kurd kirin ku li diji komkujiyan û dagirkeriyê dengê xwe derxin. Di çalakiyê de ku 3 saetan dom kir îmze hatin komkirin.