Li seranserê Ewropayê çalakiyên "Ji bo Şengal a azad û xweser em berxwedanê mezin bikin'

Kurdên li Ewropayê, li dijî gef û êrîşên li ser Şengalê wê tevî dostên xwe di 3'ê Tebaxê de dakevin qadan.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) bernameya çalakiyan eşkere kir ku wê bi dirûşma "Ji bo Şengal a azad û xweser em berxwedanê mezin bikin" bên lidarxistin.

Di daxuyaniya TJKE'yê de wiha hate gotin, "Di salvegera 8'an a komkujiya Şengalê de ku xelkê me yê Êzidî weke Fermana 74'an pênase dike, em mirovên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin û jin û mêr ên leheng ên Şengalê ku lid ijî qirkirinê li ber xwe didin, têdikoşin, Şengalê diparêzin û rêxistiniya demokratîk dikin, silav dikin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li pêşberî jin û civaka Êzidî ku 3'ê Tebaxa 2014'an hovîtî û komkujî li wan hate kirin, weke mirovahiyê berpirsyarî û wezîfeyên me hene. Di sala 8'an a komkujiyê de jî hîn jî gefa dagirkerî û qirkirinê li ser civaka Êzidî heye. Lewma divê sazî û raya giştî ya navneteweyî bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê û gavên şênber biavêjin. Lewma divê;

* Komkujiya li Şengalê hate kirin li tevahiya cîhanê weke 'Qirkirina Êzidiyan' û 'Roja Qirkirina Jinê' bê qebûlkirin.

* Ji bo civaka Êzidî ya ku bi dehan caran komkujî lê hate kirin careke din qirkirin lê neyê kirin, divê statuya Şengalê bê naskirin û xweserî bê qebûlkirin.

* Di serî de rêxistin û tevgerên jinan, hemû hêzên demokratîk û pêşverû, ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yıên di destê DAÎŞ'ê de dîlgirtî ne, bixebitin û şopdarên vê yekê bin.

* Saziyên navneteweyî û hêzên demokratîk li ber her cûre zextên li ser civaka Êzidî rabin, îradeya civaka Êzidî esas bigirin û xweparastin û xwerêveberiya civaka Êzidî nas bikin.

* Divê şert û merc bêne afirandin ku civaka Êzidî li xaka xwe yanî li Şengalê vegerin."

'DEM DEMA XWEDÎDERKETINA LI ŞENGALÊ YE'

Di dewama daxuyaniyê de bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê komkujiya ku şerma vê sedsalê ye û li pêş çavên tevahiya cîhanê hate kirin, hate şermezarkirin.

TJK-E'yê di daxuyaniyê de biryardarî û soza xwe dubare kir ku Êzidxan a xweser û azad pêk bîne ku hesreta Mam Zekî Şengalî, Bêrîvan Şengalî, Zerdeşt Şengal û Agît Civyan bû.

Did axuyaniyê de hate gotin, "Me ev trajediya mirovahiyê, êşa jinan ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin, em ê nedin jibîrkirin. Dem dema xwedîderketina li Şengalê ye. Di serî de jinên Kurd û gelê Kurd em bang li raya giştî ya demokratîk û tevgerên jinan hemûyan dikin ku xwedî li îradeya Şengalê derkevin.

Li ser vê bingehê bi pêşengiya TJK-E û SMJÊ wê di 3'ê Tebaxê de li gelek navendên Ewropayê bi dirûşma 'Ji bo Şengal a xweser û azad em berxwedanê mezin bikin' wê çalakî bêne lidarxistin. Di serî de jin em bang li tevahiya gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi xurtî tevlî van çalakiyan bibin."

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

Di daxuyaniyê de li ser bernameya çalakiyan ev agahî hatin parvekirin:

ELMANYA

"Berlin
Saet: 18:00
Navnîşan: Brandenburger tor

Hannover
Saet: 17:00
Navnîşan: HBF

Bremen
Saet: 16:00
Navnîşan: Pêşiya Parlamentê

Kiel
Saet: 15:00
Navnîşan: Europa platz

Hamburg
Saet: 16:00
Navnîşan: Jungfernsteig

Frankfurt
Saet: 18:00
Navnîşan: Ni Una Memos Platz

Darmstadt
Saet: 18:00
Navnîşan: Luisen platz

Mannheim
Saet: 18:00
Navnîşan: Paradeplatz

Saarbrücken
Saet: 18:30
Navnîşan: Europa Galerie

Köln
Saet: 10:00
Navnîşan: Domplatz

Wesel
Saet: 16:00
Navnîşan: Am Berliner Tor

Essen
Saet: 19:30
Navnîşan: Admut-Körner-Platz

Dortmund
Saet: 18:30
Navnîşan: Kampstr

Bielefeld
Saet: 17:00
Navnîşan: HBF

Stuttgart
Saet: 18:00
Navnîşan: Schlossplatz

Celle
Saet:12:00
Navnîşan: Poststr

Achim
Saet: 17:00
Navnîşan: Am Markplatz

SWÎSRE

Basel
Saet:18:30
Navnîşan: Schlifflande Rheinbrücke

Bern
Saet: 18:00
Navnîşan: Pêşniya Bahnhof a Bernê

Aarau
Saet: 18:00
Navnîşan: Pêşiya Bahnhofê

Luzern
Saet: 18:00
Navnîşan: Pêşiya Bahnhofê

Cenevre
Saet:13:00
Navnîşan: Pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî

FRANSA

Paris
Saet: 18:00
Navnîşan: Qada Republique

SWÊD

Stockholm
Saet: 16:30
Navnîşan: Soltorget

DANÎMARKA

Kopenhagen
Saet:17:00
Navnîşan: Nytorv Platz

NORWÊC

Oslo
Saet:11:00
Navnîşan: Eidsvolls Plass

BELÇÎKA

Liege
Saet: 15:00
Navnîşan: Pêşiya Gare Guillemins

AWÛSTÛRYA

Viyana
Saet: 17:00
Navnîşan: Stephansplatz

QIBRIS

Limasol
Saet: 19:00
Navnîşan: Navenda-Çanda-Kurda(Teofilos)."