Li ser qedexeya PKK’ê li Berlînê panel

Endamê MAF-DAD'ê Mahmut Şakar di panela li Berlînê ya li ser qedexekirina PKK'ê hate lidarxistin de axivî û diyar kir ku ew ê li dijî krîmînalîzekirina Kurdan a bê hiqûqî ji bo nêrîna hêzên cîhanî biguherînin bixebitin.

Li paytexta Elmanya Berlînê li ser qedexeya PKK’ê panelek hat lidarxistin. Ji parêzerên MAF-DAD'ê Mahmut Şakar tev li panela li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Berlînê hat lidarxistin bû.

Endamê Meclîsa Nev-Berlînê Mazlum Karagoz moderatoriya panela "Dadgeha Edaletê ya Ewropayê-PKK-doz-sedem-encam û îhtimal“ kir. Karagoz anî ziman ku ew êdî nikarin bi domdarî terorkirina destkeftiyên Tevgera Netewa Kurd a cîhanê bi taybetî li Ewropa û Elmanyayê qebûl bikin û xwest, li hemberî qedexeya PKK'ê ya ev nêzî 28 sal in dewam dike, hestiyar bibin. Karagoz anî ziman ku pêwîstiya wan bi paneleke bi vî rengî heye û got, ji bo raya giştî were avakirin divê xebat bê meşandin.

Rojnamevan Muhammed Kaya jî mijara ku di çarçoveya têkiliyên Ewropa-Tirkiyeyê de amade kiriye pêşkêş kir. Kaya anî ziman ku têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Yekîtiya Ewropayê re bi Peymana Enqereyê dest pê kir û got ku bi komploya sala 1999'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev yek derketiye asta herî jor. Kaya destnîşan kir ku piştî sala 2005'an weke welatekî namzetê Yekîtiya Ewropayê hat nîşandan, bi Elmanya û Fransayê re ku weke hêza motora YE'yê tên binavkirin, ket nava têkiliyên qirêj ên bazirganiyê.

Endamê MAF-DAD'ê Mahmut Şakar jî axivî û bi bîr anîn Jîna Emînî ya li Îranê hat qetilkirin dest bi axaftina xwe kir. Şakar diyar kir ku ew Komploya Navneteweyî ya ku di meha Cotmehê de ket sala 24’an careke din şermezar dikin. Şakar destnîşan kir ku ew ji bo eşkerekirina hewldanên Ewropa û hêzên cîhanî yên terorkirina gelê Kurd girîngiyê didin panelên bi vî rengî û got ku ew ê ji bo guhertina nêrîna wan bixebitin.

Şakar anî ziman ku divê Ewropa rû bi rûyê gotina terorê bê û bi bîr xist ku dema dewleta Tirk li jêrzemînên Cizîrê gel bi saxî dişewitand van dewletan çavên xwe girtin.

Şakar anî ziman ku di dema li Kurdistanê cînayetên kiryarên nediyar di lûtkeyê de bû û zilma li ser Kurdan derketibû asta herî jor, hemwext li Ewropayê jî êrîşî komeleyên Kurdan kirin û êrîşên li ser Kurdan dest pê kirin. Şakar diyar kir ku heta niha tu carê PKK di lîsteya terorê ya Neteweyên Yekbûyî de cih negirtiye û got: “Di dema vekişîna PKK'ê de xistina PKK’ê di lîsteyê de jî berhema siyaseteke cuda ye. Teza ku PKK têkoşîna mafdar a gelê Kurd dide meşandin û gelê Kurd temsîl dike jî ji aliyê gelan ve tê parastin û qebûlkirin.“