Li ser folklora Kurdan panel hat danîn

Di panela li ser folklora Kurdan a bernameya îro ya Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê bû de, behsa dîroka govendê, guherîna fîguran li gor herêmê, neqşên çandî yên herêman ên li ser cil û bergên gelêrî û dîroka çandî hat kirin.

Bernameya roja Pêncşemiyê ya Mîhrîcana Çanda Kurd a li Parîsê panelek li ser folklora Kurdan bû. Panel bi hevkariya Konseya Demokratîk a Kurd (CDK-F), Enstîtuya Hizir û Ramanên Li ser Kurdistanê (IREK), Komeleya Çanda Kurdistanê (ACK) û Weqfa Danielle Mitterand li paytexta Fransa Parîsê hat danîn.

Panel li cihê civînê yê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê hat danîn. Hîndekar Îbrahîm Seydo Aydogan û Seroka Enstîtuya Fikir û Raman û Lêkolînên li ser Kurdistanê (IREK) Hêvî Çelîk axivîn.

Panel saet di 14.30’an de dest pê bû. Kemal Çelîk moderatoriya panelê kir.

Pêşî hîndekar Hêvî Çelîk axivî.

Çelîk got ku giring e mirov li ser çanda Kurdan biaxive û wateya folklorê ya di lîteraturê de rave kir û li ser dîroka govendê agahî dan. Çelîk da zanîn ku govend reqseke kolektîv e û li gor herêman fîgur diguherin û li ser nexşeya Kurdistanê behsa guherîna govendan li gor herêman kir.

Kemal Çelîk ê di heman demê de perwerdekarê govendê ye, behsa fîgurên pêyan ên di govendên Simsimê, Varkûşka, Elo Dîno, Xelef, Sê gavî, Karwan, Navîncî de û neqşa çandî ya herêman kir.

Hêvî Çelîk jî behsa guherînên gelêrî yên cil û bergên Kurdan de kir. Çelîk anî ziman ku cil û berg li gor şert û mercên sosyo-ekonomîk diguherin û bi lêv kir ku rengê cil û bergên Koçgiriyê yên berê nexş bi nexş bûne lê piştî qetilaman ber bi reşiyê ve çûne. Çelîk derbirî ku êdî şelpeyên reş tên meneya şînê.

Di pey Çelîkê re Îbrahîm Seydo li ser çîroka Mem û Zîn dest bi axavtina xwe kir. Seydo bal kişand bi ser wê yekê de ku dîrok bi stranan, hezkirin û hest di çanda Kurdan de çawa cih digirin kir

Seydo da xuyakirin ku ji ber nebûna çandeke nivîskî, neqşên çandî û çîrokên Kurdî bi rêya stranan ji sedsalan berê heta bi niha hatine hem perçeyekî cîhanê û hem jî yê erdnîgariya Kurdan in. Seydo îşaret bi asimilasyona li ser dîrok û çanda Kurdan kir û got ku nabe çîrokên bibin malê xelkê û temamê van argumanan bi dîroka devkî ya Kurdan heta bi niha hatine.

Piştî axaftinên li ser cil û bergên neteweyî, dengbêjî, fîgurên folklorîk, stran û reqsê yên dewlemendiya çanda Kurdistanê mêvan çûn ser bufeya ji bo wan hatibû amadekirin.

Ji bidawîbûna Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê re man du roj. Di çarçoveya mîhrîcanê de wê roja Îniyê pêşangeha wêneyan û 28‘ê Gulanê konser bên lidarxistin.

Bilêtên konsera fînalê ji vê lînkê dihên kirîn:

https://www.sallegaveau.com/spectacles/festival-culturel-kurde-de-paris#