Li Selanîkê çalakiya standê

Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker, li bajarê Selanîkê bi çalakiya standê hate teşîrkirin.

Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker yên bi ser Kurdistanê, li bajarê Selanîk ê Yewnanistanê bi çalakiya standê hate teşîrkirin. Di çalakiya standê de ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya “rêxistinên terorîst” îmze hatin berhevkirin.

Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Navenda Çanda Kurd hat lidarxistin û wê 5 rojan dewam bike. Di roja sêyem a çalakiyê de li dijî şerê qirkirinê li qada Arîstoteles belavok hatin belavkirin.