Li sê welatan ji bo Ocalan azadî hate xwestin

Li Mîlano, Amsterdam û Lîmasolê li hemberî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hatin lidarxistin.

MÎLANO

Li bajarê Mîlanoyê yê Îtalyayê bi banga Komîteya Kurdan meşek hate lidarxistin. Partî, sendîka û rêxistinên ciwanan tevlî meşê bûn.

Girse li Qada San Babîlayê li hev kom bûn û heta qada Scalayê meşiyan. Di meşê de nûnerên saziyan komploya navneteweyî şermezar kirin û diyar kirin heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe wê têkoşîna xwe bidomînin.

Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKK’ê hatin hildan.

AMSTERDAM

Li bajarê Amsterdamê yê Hollandayê jî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Di meşê de belavoka KCDK-E’yê hate xwendin.

Meş li Qada Jonas Daînel Meîjerpleînê dest pê kir û bi mîtînga li qada Mûseûmpleînê bi dawî bû. Li vê derê belavokek hate xwendin û hate diyarkirin tê xwestin ku komplo were nûkirin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin Abdullah Ocalan ne bi tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên cîhanê hêvî ye.

LÎMASOL

Li bajarê Lîmasolê yê Kibrisê jî gelê Kurd li Navenda Çanda Kurdan a Theofîlosê kom bûn  û komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar kirin.

Li navendê flama û posterên ‘Azadî ji Rêber Apo re’ hate daliqandin. Li ser navê komîsyona perwerdehiyê Mehmet Ûcaş axivî û diyar kir ku ji bo azadîya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîna xwe geş bikin.

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser komploya navneteweyî hate nîşandan.