Li SBB a Baselê şermezarkirina 'çekên kîmyewî'

Komîteya Rojava ya Baselê, pankartek bi Stasyona Trenê ya Baselê ve daliqand û êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li Kurdistanê şermezar kir.

Aktîvîstên Komîteya Rojava ya Baselê ku rêxistinên ciwanan ên Swîsreyî û Kurdistanî jî di nav de ne, ji bo balê bikişînin ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, pankarteke mezin bi banê stasyona trenê ya navendî ve daliqand û fîşekên hewayî teqand.

Têkildarî vê çalakiya ku danê êvarê saet di 18:00 de hate lidarxistin, daxuyaniyek hate dayin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Pêşî li êrişên bi gazên bi jehr ên li Kurdistanê bigirin" û hate bibîrxistin ku mîna welatên Yekîtiya Ewropayê Swîsre jî li pêşberî bikaranîna gazên kîmyewî bêdeng e. Lewma jî peymana çekan a bi Tirkiyeyê û polîtîkayên qirêj ên di ser penaberan re bi Tirkiyeyê têne kirin, hatin bibîrxistin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku peymanên qirêj bi liv û tevgerê dikarin bêne rawestandin û hate gotin, "Kirina çalakiyan, zêdekirina zextê û piştgiriya bi têkoşîna tevgera rizgariya Kurd a li dijî dîktatoriya Erdogan di destê me de ye. Bes e ji birkaranîna êrişên bi gazên bi jehr. Dem dema piştevaniya bi Kurdistanê re ye."