Li Saratovê Pêngava 15’ê Tebaxê hate silavkirin

Kurdistaniyên li bajarê Saratov ê Rûsyayê Pêngava 15’ê Tebaxê silav kirin.

Kurdistaniyên li herêma Saratov a Rûsyayê dijîn, bi wesîleya 38’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê şahiyek li dar xistin.

Kurdistanî û dostên wan beşdarî pîrozbahiya li navçeya Ozînkî ya herêma Saratovê bûn. 

Alîkarê Serokê navçeya Ozînkî Maksakov Aleksandr Sergeevîç jî beşdarî pîrozbahiyê bû.

Seroka Otonomiya Kurd Fatoyev Tahîr Kidirovîç, diyar kir ku bi saya Pêngava 15'ê Tebaxê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurd cardin hebûna xwe vejandine.

Komên muzîkê û folklorê yên gelên Rûs û Qazaxistanê jî beşdarî şahiyê bûn. Şahî bi stranên koma muzîka herêmî Koma Yekbûn bi dawî bû.