Li Saarbruckenê têkildarî tecrîd û grevê standa agahdarkirinê

Li bajarê Saarbrucken a Elmanyayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bal kişandina ser greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî, standa agahdarkirinê hate danîn.

Standa ku li pêşiya Eûropagalerî ya Saarbruckenê hate danîn, posterên Rêberê Gelê Kurd hate hildan û pankarta bi nivîsa ‘Ji Ocalan re azadî’ hate daliqandin.

Di axaftinên bi Elmanî û Kurdî hatin kirin hate gotin ku ji bo ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan negihêje gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn tecrîdeke giran li ser tê domandin. Hate gotin ku tecrîda li ser Ocalan tê kirin, li ser hemû mirovahiyê ye.

Piştî belavkirina belavokan hate gotin ku heta Ocalan azad nebe, wê têkoşîn bidome.

Çalakî bi dirûşim û çepikan bi dawî bû.