Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Saarbruckenê têkildarê qedexeya PKK stanta agahdarkirinê hat danîn

Li bajarê Saarbrucken a Elmanyayê di çarçoveya çalakiyên li dijî qedexeya PKK’ê beriya meşa ku wê sibe were lidarxistin stantek agahdarkirinê hat danîn.

Li bajarê Saarbrucken a Elmanyayê bi armanca agahdarkirina raya giştî ya derbarê qedexeya PKK’ê û bandorên ku ev qedexe çêdike, stantek hate danîn.

Di çalakiya stantê de ya ku di çarçoveya hefteya çalakiyên li dijî qedexeya li ser PKK’ê tên lidarxistin de gelek belavok hatin belavkirin û bi ciwanên derdorê derbas dibûn re nîqaş hatin kirin.

Çalakiya stantê bi banga tevlêbûna meşa li dijî qedexeya PKK’ê ku wê sibe saet 18:00’an li Landwerhrplatzê bê lidarxistin bi dawî bû.