Li Saarbruckenê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin

Li bajarê Saarbrukenê êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker bi mîtîngekê hate protestokirin.

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, di saet 15.00’an de mîtîng hat lidarxistin. Mîtînga ku Meclîsa Gel a Saarbruckenê organîze kir, bi girtina rêzê ji bo Endamê Konseya Birêvebir a Komalgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) ku di encama êrîşa bi balafira biçek a bêmirov a dewleta Tirk a li Qamişloyê de şehîd bû, dest pê kir. 

Hevserokê Meclîsa Gel a Saarbrcukenê Mûrat Kaplan, di mîtîngê de axivî û got: “Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve zêde kirine. Di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrîşeke bi giştî li dijî Kurdan heye. Civaka navneteweyî ya dengê xwe ji êrîşan re nake û bi ser de piştgiriya dewleta Tirk dike. Em vê helwestê şermezar dikin.“

Di mîtîngê de, nûnerê Saarbruckenê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk Bavê Zerdeşt jî axatinek kir. Bavê Zerdeşt jî bal kişand li ser êrîşên bi ser herêmê de û wiha got: “Nizanin ku li wê derê gelekî ku bi felsefeya Rêber Apo mezin dibe û xwe bi rêxistin dike heye. Bi hezarê salan êrîşê Kurdan kirin, nekarî Kurdan biqedînin. Wê îro jî nikaribin biqedînin.“

Mîtîng, bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo“, “Bijî Berxwedana Rojava“, “Bijî Berxwedana Gerîla“ û “Bimirê dewleta Tirk“ bi dawî bû.