Li Saarbrucken û Mannheîmê Kurdistanî li dijî êrîşên dagirkeriyê li daqan bûn

Li bajarên Saarbrucken û Mannheîm ên Elmanyayê, êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê hate protestokirin.

Kurdistaniyên li bajarên Saarbrucken a Elmanyayê, li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê li qadan bûn.

Di çalakiya li ser navê NCDK Saarbruckenê ku li Eûropagaleriyê hatî kirin de berxwedana gerîlla hate silav kirin û axaftvanan diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên dagirkeriyê her roj binpêkirinên mafan zêde dike.

Her wiha bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî êrîşan şermezar kirin û çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

MANNHEÎM

Kurdistaniyên li bajarê Mannheîm a Elmanyayê saet 18:00’an li Prandeplatzê bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk protesto kirin.

Di çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtina di kesayeta Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Şehîd Sînan Dêrsim hatî destpêkirin de, axaftvanan diyar kir ku xwedî derketina li berxwedanan gerîlla erkê her kesê ye.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîlla” bi dawî bû.