Li Rûsyayê 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê hat pîrozkirin

Li bajarê Mîçûrîsnsk’ê salvegera 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê bi merasîmekê hat pîrozkirin.

Kurdên li gelek deverên Rûsyayê dijîn bi merasîmên cûr be cûr pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Mîçûrîsnsk a girêdayî herêma Tambovê 38. salvegera 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê bi merasîmekê hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de Hevseroka Meclîsa Gel a bajêr Fatma Usiv axivî û diyar kir ku bi 15’ê Tebaxê re rûpelek nû di dîroka gelê Kurd de hat vekirin û bingeha serkeftinên ku îro Kurd gihîştinê ava kiriye. Fatma Usiv her wiha destnîşan kir 15’ê Tebaxê ku pêngava herî girîng a di rêya vejîna gelê Kurd e ya ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin û bi berxwedana kadroyên PKK’ê ku di encama lehengiyên mezin ve nîşan danî derketiye holê, ji bo Kurdên li Rûsyayê dijîn cejnekî watedar û pir girîng e.  

Piştî axaftina Fatma Usic pîrozbahî bi pêşkêşkirina berhemên hunerî yên hunermenên herêmî Mehmed Usenov, Ariyana Bahadîn, Sare Hajiyeva, Berzo Hesen û Nûredîne Ahmedîn ve dom kir.

Pîrozbahî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.