Li Romayê serdanên ji bo çalakger Aydemîr didome

Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Erol Aydemîr 25 roj berê li Romaya Îtalyayê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Serdanên ji bo Aydemîr didomin.

Ji xeynî Kurdan û Îtalyanan malbata wî jî çû serdana Aydemîr.

Malbata Aydemîr got ku “Em bi berxwedana Erol serbilind in. Em hêvîdar in wê di demeke kurt de tecrîd rabe û wê Rêber Apo azad bibe.”

Malbateke Îtalyan jî hatin serdana Aydemîr a ku navê Leyla Guven dane pitika xwe ya 3 meh berê ji dayîk bûye.

Aydemî tevlî konferanseke li Romayê jî bû û derbarê tecrîdê axivî.

Koma nû çalakiya greva birçîbûnê ya bi dorveger wergirtin.