Li Romayê ji bo Karakoçan û Amanos taziye hat danîn

Ji bo fermandarên YPG’ê Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos ên li Eyn Îsayê şehîd bûn, li Romayê taziye hat danîn.

Ji bo fermandarên YPG’ê Rojhat Karakoçan (Mehmet Gurbuz) û Dogan Amanos (Mehmet Akyol) ên 19’ê Îlonê di encama êrîşa balafira biçek a bêmirov li Eyn Îsayê şehîd bûn, li paytexta Îtalya Romayê taziye hat danîn.

Di taziyeya ku li Navenda Çandê ya Kurd a Ararat hat danîn de, Siyasetmedar Îdrîs Guzel, li ser şertên esaretê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedanên zindanan, şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û rastiya şer axaftinek kir.

Malbatên Şehîdan jî di taziyeyê de axaftin kir û hest û fikrên xwe anîn ziman.