Li Romayê Dayê Sultan ji bo PKK’ê îmzeyan berhev dike

Dayê Sultan a ku ji bo PKK ji lîsteyê bê derxistin îmzeyan berhev dike got, “Ez bi vî halê xwe bi hemû hêza xwe çi ji destê min bê ez ê ji bo partiya xwe, ji bo Rêbertiya xwe bikim. Ez dixwazim ku her kes û tevahî ciwan rabin ser piyan."

Li Îtalyayê di çarçoveya kampanyaya ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya “rêxistinên terorê” ya DYE û YE'yê ya bi pêşengiya Însiyatîfa ji bo Kurdan Edaleta Navneteweyî, berhevkirina îmzeyan dewam dike.

Kampanyaya îmzeyan a ku bi daxwaza derxistina PKK'ê ji “lîsteya rêxistinên qedexe” di 13'ê Kanûna 2021'an de li ser asta cîhanê hatibû destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de xebat li paytexta Îtalya Romayê dewam dike. Kampanya hem bi awayek kolektîf hem jî hewildanên ferdî pêk tên.

Yek ji aktîvîsta vê xebatê Dayê Sultan e ku dibêje, ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin ew gund bi gund geriyaye.

Dayê Sultan got, “Eger PKK ji lîsteyê bê derxistin, wê Rêberê me jî azad bibe. Ez bi çûna gund bi gund van îmzeyan kom dikim.”

Dayê Sultan diyar kir ku heta niha hezar û 540 îmze berhev kiriye û diyar kir: “Ez ê dîsa bigerim û zêdetir îmzeyan kom bikim. Ez ê hewl bidim ku ji bo Rêbertiyê xwe her tiştî bikim.”

Dayê Sultan bang li gelê Kurd û bi taybetî jî li ciwanan kir û got, “Ez dixwazim her ciwanekî me bi hemû hêza xwe bixebite. Ez bi vî halê xwe bi hemû hêza xwe çi ji destê min bê ez ê ji bo partiya xwe, ji bo Rêbertiya xwe bikim. Ez dixwazim ku her kes û tevahî ciwan rabin ser piyan.”