Li Roma û Dragûîgnanê salvegera damezrandina PKK'ê hate silavkirin

Li paytexta Îtalya Romayê û li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê, salvegera damezrandina PKK'ê hate silavkirin.

Kurdên li paytexta Îtalya Romayê tevî dostên xwe daketin qadan û salvegera damezrandina PKK'ê silav kirin.

Di çalakiyê de li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî belavok hatin belavkirin û ji bo navê PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin îmze hatin komkirin.

DRAGÛÎGNAN

Salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê bi meşekê hate silavkirin.

Meş ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Dragûîgnanê ve hate lidarxistin.

Kurdistanî tevî dostên xwe li ber postaxaneya li navenda bajêr li hev civiyan û ber bi avahiya şaredariyê ve meşiyan.

Di meşê de alên PKK'ê hatin hildan û dirûşmên "Bijî Serok Apo", PKK gel e, gel li vir e" hatin qîrîn.

Di çalakiyê de komkujiya ku dewleta Tirk li Rojava li sivîlan dike, hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de hate xwestin ku qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin.