Li Roma û Bordeaûxê pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê

Salvegera 15’ê Tebaxê li paytexta Îtalya Romayê û li bajarê Bordeaûx a Fransayê hat pîrozkirin.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn bi lidarxistina meşan salvegera pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Li Roma û Bordeaûxê jî pîrozbahî çêbûn.

ROMA

Li Navenda Çanda Kurd ya Araratê ya li paytexta Îtalya Romayê 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin.

Li wir salvegera 15’ê Tebaxê bi tevlîbûna Kurdistanî û îtalyanan hat pîrozkirin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di derbarê 15’ê Tebaxê de siyasetmedar Îdrîs Guzel axaftinek kir. Guzel diyar kir ku fîşek yekem ya bi pêşengiya Mahsûm Korkmaz (Egîd) li hemberî mêtingeran, feodalên paşverû û hevkaran hatiye teqandin û got: “Ji ber wê ji bo Kurdan pir girîng e. Cejna me ye.”

Pîrozbahî bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx a Fransayê jî bi tevlîbûna Kurdistaniyên li Bordeaûx û Toûloûsê dijîn 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin.

Kurdistanî û dostên wê li meydana Stalîngradê hatin cem hev û tevî berzkirina dirûşmeyan bi coşeke mezin ve heya Place Vîctoîreyê meşiyan.

Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Fransî hatin xwendin û belavkirin. Her wiha dirûşme hatin berzkirin.

Meşa bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.