'Li Rojava tevdîr hatin standin; bila her kes baldar be'

Dr. Ebdulezîz Mîo ji bo xweparastina ji vîrûsa koronayê hin pêşniyar kir û got, li Rojava gelek tevdîr hatine girtin û divê her kes bi berpirsyarî rabe.

Hejmara mirovên bi vîrûsa koronayê ketine li tevahiya dinyayê gihîşt nêzî 700 hezar kesî. Zêdeyî 30 hezar kesî jî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dan. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê Komîteya Tenduristiyê hate avakirin. Endamê komîteyê Doktor Ebdulezîz Mîo li ser şewbê ji ANF'ê re axivî. Mîo têkildarî rewşa li herêmê got, "Me tevdîr standin, navendên tedawiyê yên taybet ava kirin. Testên pêwîst li kesên gumanbar tên kirin. Heta niha nexweş nehatiye tespîtkirin."

Dr. Ebdulezîz Mîo bi bîr xist ku vîrûs bi kuxik û pişkînê belav dibe û got, "Baldar bin ku heta 3 metreyan xwe nêzî kesî nekin. Vîrûs bi destdana hev jî derbas dibe. Rîsk li ser her kesî heye ku bi vîrûsê bikeve. Mirovên di her temenî de dikarin bi vîrûsê bikevin. Nexweşî bi giranî bi mirovên extiyar û nexweş zêdetir giran dibe."

RÊYÊN XWEPARASTINA JI VÎRÛSÊ

Dr. Ebdulezîz Mîo destnîşan kir, ji bo pêşîgirtina li belavbûna vîrûsê divê aktîvîsteyên komî yên mîna civîn, ol û sporê bên rawestandin û ji bo xweparastina ji vîrûsê jî ev pêşniyar kir:

Dest divê baş û timî bên şuştin (Berî û piştî xwarinê, dema ku ji derve tên malê)

Maske û lepik divê bên bikaranîn.

Dezenfektanên antî bakteriyel divê bên bikaranîn.

Mal û cihê kar divê timî paqij bin û hewa paqij bikeve hundir.

Paqijiya şexsî bi taybetî bê kirin.

Ji bo xurtkirina sîstema parastina beden divê vîtamîn bên wergirtin. Pîvaz û sîr divê tevlî xwarinê bên kirin. Çay, lîmon, zebze û fêkî divê bên xwarin.

Bi rêk û pêk spor bê kirin.

Dest ji kişandina çixareyê bê berdan.

HETA NIHA TU NEXWEŞEKÎ BI VÎRÛSÊ NEHATIYE PEYDAKIRIN

Dr. Ebdulezîz Mîo anî ziman ku heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu nexweşekî bi vîrûsa koronayê nehatine peydakirin û got, "Rojê ji 2 heta 10 kesî test tên kirin. Kesên ku guman li ser wan heye bi rengekî cuda tên tedawîkirin û 48 saetan di bin çavdêriyê de tên hiştin. Piştî ku testên pêwîst hatin kirin teşxîs tê danîn. Heta niha li herêmê nexweşekî bi vîrûsê nehatiye dîtin."

Dr. Ebdulezîz Mîo diyar kir, kesên bi vîrûsê ketine ji bo nehêlin ku vîrûs belav bibe divê xwe ji civakê vegire, bikeve karantînayê û got, "Kesên ku nîşaneyên koronayê bi wan re hene divê tavilê serî li navenda wan bidin û testên pêwîst bikin. Yên ku gumana şewbê bi wan re hene ji bo malbat û civaka xwe biparêzin divê baldar bin, maske û lepik bi kar bînin û bi lez biçin navenda tenduristiyê. 80-90 ji sedî yên bi şewbê bikevin dikarin bên tedawîkirin. Bi mirovên extiyar ên bi şewbê bikevin nexweşiyên cuda dikarin der bibin. Ev kes heta ku tedawî qediya divê di bin kontrola tenduristiyê de bin."

DIVÊ HER KES BI BERPIRSYARÎ RABE

Dr. Ebdulezîz Mîo destnîşan kir, kesên ji ber vîrûsê li malê ne divê dema xwe baş derbas bikin û got, "Divê sporê bikin, pirtûkan bixwînin. Hin kes jî helbestan dinivîsînin, stranan dibêjin, karê destan dikin. Vîrûsa koronayê li cîhanê pirsgirêkên derûnî jî derxistin holê. Divê gelê me moralê xwe zêde bike.

Divê her kes xwedî li malbat û xizmên xwe derkevin. Eger em tevdîrên xwe bigirin û bi berpirsyarî tevdigerin hingî em ê karibin ji vê pêvajoyê rizgar bibin. Ji bo xweparastina ji vê şewbê û pêşîgirtina li belavbûna wê, divê her kes bi berpirsyarî rabe."

Herî dawî Dr. Mîo destnîşan kir ku ji bilî rewşeke lezgîn divê her kes li gorî biryara qedexeya derketina derve tevbigere.