Li Rennesê dagirkerî hate protestokirin

Kurdistaniyan li bajarê Rennes ê Fransayê dagirkerî protesto kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Rennes a Fransayê diîn, li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê li Qada Place de Colombîerê kom bûn. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên ‘Bijî Berxwedana Jinên Rojava’ û ‘Ji Dagirkeriya Tirk a Li Rojava Re Na’ hate vekirin û dirûşmên ‘Qatil Erdogan’, ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate qîrkirin.

Çalakî bi daxuyaniyên nûnerên saziyan bi dawî bû.