Li Rennes û Mantes-la-Jolîe yê ji bo Şengalê çalakî

Li bajarên Rennes û Mantes-la-Jolîe yên Fransayê, bi pêşengiya meclîsên Kurd, li hevkirina navbera PDK û hikumeta Iraqê ya li ser Şengalê û planên êrîşên piştre li ser Şengalê hatîn kirîn, protesto kirin.

Gelek Kurdên bi pankarta “Şengal warê Êzidiyan e” li qada Rennes Colombîer hatin gel hev, peymana di navbera Iraq û PDK’ê de protesto kirin.

Di heman saetan de li ber gara Mantes-la-Jolîeyê welatparêzên kom bûyîn, bi pankarta “Berê ÎŞÎD, îro Erdogan”, bi heman şêweyî çalakiyek lidar xistin. Çalakgeran anîn ziman ku îro roj roja xwedîderketina li Şengalê ye û ew îxaneta PDK’ê ji bîr nakin.

Çalakgeran bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê” û “Bimre Îxanet” çalakî bi dawî kirin.