Li Qibrisê di rojekê de 4 hezar û 110 îmze hatin berhevkirin

Di standên li Lîmasol, Larnaca û Lefkoşayê hatin danîn de, hedefa rojane hat derbaz kirin. Endamê Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê Aydin Îlker hevalên xwe yên beşdarî xebatê bûyîn pîroz kir û banga mezin kirina kampanyayê kir.

Li Qibrisê kampanyaya îmzeyan ku ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyên qedexe hat despêkirin, îro jî li bajarên cuda bi danîna standan dewam kir.

Standên îmzeyan a li Lîmasol, Larnaca, Pathos û Lefkoşayê hatin danîn, rastî eleqeyek mezin a gelê Qibrisê û tûrîstan hat.

Endamê Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê Aydin Îlker di derbarê standan de agahî da. Îlker da zanîn ku îro li 4 bajaran stand danîne û got: “Armnca me îro 4 hezar bû; lê 4 hezar û 110 îmze hatin komkirin. Ez hemû hevalên xwe yên ku ked dane pîroz dikim. Her hevalê me yê ku di xebatê de cih digre, bi heyraniyek mezin di xebitin. Yekane rojeva me, mezinkirina vê xebatê ye. Erka herî pîroz ya demê ye.”

Îlker di dawiya axaftina xwe de banga mezinkirina kampanyayê li hemû gelê Kurd ê bi rûmet û li dostên wan kir.